Sedemên ku pêkanîna projeyên şaredariyên Til Hemîsê asteng kirin

Hevserokên şaredariyên Til Hemîsê sedemên li pêşiya pêkanîna projeyên sala 2019-2020‘an bûne asteng diyar kirin.

Sedemên ku pêkanîna projeyên şaredariyên Til Hemîsê asteng kirin
Sedemên ku pêkanîna projeyên şaredariyên Til Hemîsê asteng kirin
Sedemên ku pêkanîna projeyên şaredariyên Til Hemîsê asteng kirin
Sedemên ku pêkanîna projeyên şaredariyên Til Hemîsê asteng kirin
Sedemên ku pêkanîna projeyên şaredariyên Til Hemîsê asteng kirin
16 hezîran, 2020   15:36
HESEKÊ

Komîteya Şaredariyan a kantona Qamişlo bi şaredariyên navçeya Til Hemîsê û bajarokên wê re civiya. Civîn navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê bi armanca nîqaşkirina rêveçûna xebatên şaredariyan, rewşa rêxistinî, pirsgirêkê û astengiyên li pêşiya xebatên şaredariyê, nêrîn û pêşniyarên ji bo pêşxistina kar hate lidarxistin.

Xebatkarên şaredariyên Til Hemîsê "Ebû Cirn, Til Ehmed, Ceza û Ukaz" di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokên şaredariyan rewşa rêxistinî ya şaredariyan, xebat û astengiyên ku li pêşiya kar derketin şîrove kirin.

Hevserokên şaredariyan sedema derengbûna pêkanîna projeyên xizmeteguzarî yên sala 2019-2020‘an diyar kirin û got: "Êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koronavîrusê, bilindbûna nirxê lîreya sûrî li hemberî dolar, baran û lehiyên ku li gelek deverên navçeyê rabûn û nedana şêniyên baceyan e li pêşiya projeyên me bûne asteng."

Di dawiyê civînê de şaredariyan pêşniyarên xwe pêşkêşî komîteyê kirin . Ji wan "zêdebûna sarîcên avê da ku avê bide, guhertina sarîcên mezin bi yên biçûk da ku ziyan neghêjin rêyan, destekdayîna bi beşê avê, peydakirina cenartorên kehrebeyê ji bo stasyonên alternatîfa kehrebe û piştgiriya karkerên şaredariyê di warê tenduristiyê de."

ANHA