Rêveberiya Xweser bi şêniyên navçeya Dirbêsiyê re civiya

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şêniyên navçeya Dirbêsiyê re civiya û li pirsgirêkên wan ên girêdayî warên civakî, tenduristî û xizmetguzarî guhdar kir.

Rêveberiya Xweser bi şêniyên navçeya Dirbêsiyê re civiya
14 hezîran, 2020   18:24
HESEKÊ

Li ser banga nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhiltê Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek ji bo şêniyên navçeya Dirbêsiyê li dar xist.

Civîn li stada Beledî  hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên ji bajarokên Qeremanî, Til Kerma, Sêgir, endamên saziyên sivî, komîteyên Rêveberiya Xweser û Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş amade bûn.

Civîn bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş rewşa siyasî û aborî nirxand.

El-Mihbaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina wê beşek ji axa herêmê û got: "Zû an dereng wê herêmê ji dagirkeriya Tirk rizgar bibin, dê şênî vegerin malên xwe. Ji ber Tirkiyê dewleteke dagirker divê ji xaka Sûriyê derkeve."

El-Mihbaş îşaret bi qanûna Qeyser û cezayên ku Amerîkayê li dijî rejîma Esed  ferz kiriye ku di encamê de krîzeke aborî bi xwe re anî û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji Sûriyê ku jê nayê parçekirin dê bara xwe ji cezayan bigre. Rêveberiya Xweser ji bo alîkardayîna gelên herêmê di warê aborî de şaneyek ava kiriye."

Beşdaran jî gilî û daxwazên xwe anîn ziman. Her wiha pêşniyarên xwe ji bo derbaskirina pirsgirêkan gotin.

El-Mihbaş anî ziman ku ew ê daxwazên şêniyên rakirin da ku werin lêkolînkirin û tedbîrên pêwîst werin girtin.

ANHA