Li Reqayê du bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin

Li Reqayê du bazirganên madeyên hişbirê ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatin girtin.

Li Reqayê du bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin
14 hezîran, 2020   18:04
NAVENDA NÛÇEAYN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcan a Rêxistinkirî îro Yekşemê du bazirganên madeyên hişbirên li Reqayê girtin.

Buroya ragihand ku herdu bazigan piştî şopandina tevgera wan hatin girtin. Her wiha daxuyand ku li cem wan rêjeyek madeyên hişbirê hebûn hatin desteserkirin ku hewl didin bifroşin.

Hêzên Asayîşê herdu bazirgan sewqî dadgehê kirin.

ANHA