Dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî dexl didize

Dewleta Tirk a dagirker dexlê şêniyên Girê Spî didize û bi qemyonan derbasî xaka Tirkiyê dike.

Dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî dexl didize
14 hezîran, 2020   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajokarekî qamyonan ê bi navê Salih Gundogdu ku ji Girê Spî ceh dikişîne Tirkiyê, ji malpera Independent Tirkî re axivî û diyar kir ku ev 2 meh e ji Girê Spî dexl dibin Tirkiyê û di Ofîsa Berhemên Axê (TMO) de bi cih dikin û got: “Ev 2 meh e em ji Girê Spî ceh dikişînin. Em ji Sûriyê barê xwe hildidin û li Rihayê vala dikin.”

Ajokar destnîşan dike ku ji ber pandemiya Koronavîrusê demekê navber dane veguhastina dexl, lê piştre dîsa dest pê kirine û wiha lê zêde kir: “Dewleta me di dema hatin û çûna me de bergiriyan digire. Ji ber ku bergirî hene, pirsgirêk jî di warê Koronavîrusê de tune ne.”

https://indyturk.com/node/195351/haber/suriye’den-türkiyeye-hububat-ithal-ediliyor