Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku  diyalogên siyasî û ewlehî ya bi serkêşiya NY`yê û nîqaşên Berlînê, ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê berdewam in. Her wiha bang kir ku divê çeteyên biyanî ji Lîbyayê werin derxistin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir
14 hezîran, 2020   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji televizyona Alarabiya re got divê çete û leşkerên biyanî ji Lîbiyayê werin derxitin û îşart bi girîngiya ku divê hemû aliyên derve alavên xwe yên leşkerî ji Lîbyayê bikşînin, kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê spasya Qahîra ji bo ragihandina insiyatîfa agirbesta li Lîbyayê bi sponseriya NY`yê, kir. Her wiha idia kir ku hemû aliyên lîbyayî divê bi awayekî cidî tev li diyalogên 5+5 bibin.

Washingtonê destnîşan kir ku hebûna leşkerî ya rûsî li Cefra û Sirtê alîkariya çareserkirina aloziya Lîbyayê nake û piştrast kir ku geşkirina aliyê enerjiyê mijareke sereke di ewlehiya Lîbyayê de û got divê hemû gelê Lîbyayê saziyên petrolê vekin.

Tê zanîn ku komîteya leşkerî ya hevbeş 5+5 (5 endamên artêşa Lîbyayê û 5 endamên hêzên hikûmeta Wîfaq) di diyalogên Cinêvê yên Sibatê de hat ragihandin û armanc jê agirbesta mayînde ye.

Rêveçûna leşkerî yek ji 3 rêveçûnan e, li gel rêveçûnên siyasî û aborî. Hedefa wê jî temamkirina kongreya  Berlînê li ser Lîbyayê ye. Lê komîteya leşkerî xebatên xwe piştî du geran ji diyalogan bi sedema nakokiyan, taloq kirin.

NY`yê beriya heftiyekê her du aliyên şer li Lîbyayê erê kir ku ji nû ve dest bi diyalogên leşkerî yên hevbeş bike.

(bx)