Li Tunisê amadekariyên xwepêşandanên li dijî Xenoşî

Koordînasyon û desteyên siyasî li Tunisê ji bo daxwaza hilweşandina parlamentoya ku Raşid El-Xenoşî serokatiya wê dike, amadekariyên xwepêşandanan dikin.

Li Tunisê amadekariyên xwepêşandanên li dijî Xenoşî
14 hezîran, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyonên Tevgera 14’ê Hizêran û Itîlafa Komara Sêyemîn li Tunisê xwe amade dikin ku îro xwepêşandanên hilweşandina parlamento û guhartina rejîmê bi serdema tevliheviya rewşên aborî û civakî li dar bixin. 

Her wiha Şaredariya Bardo ya ku tê de Meclisa parlamenterên Gel hene, ragihand ku qadê li pêşiya kombûn û tevgeran bigirin, ew jî bi hinceta Koronavîrusê ye.

Dê nexşeya tevgeran li gel Barodo li pêşiya navenda Nehda û navendên parêzgehan li dar bikevin

Bangên bi daxwazên hilweşandina parlamentoyê li ser tevnên civakî di destpêka Gulana borî de bi awayekî hestiyarî dest pê kirin, ew jî beriya ku Koordînasyonên Cebhet Înqaz û piştre Itîlafa Komarê ya Sêyemîn dest pê bike, pêk hatin.

Her du aliyên daxwaza hilweşandina parlamentoyê kiriye, tevî guhartinên di navên wan de, lê israra wan a hilweşandina parlamentoyê ku welat ber bi rewşeke xirab ve beriyê, sapît e. Li gel wê jî li ser destûra rejîma niha ya 2014’an hatiye çêkirin, ne razî ne.