Li herêmên dagirkerî nerazîbûn nîşanî ferzkirina bikaranîna pereyên Tirkî hate dayîn

Şêniyên bajarokê Bezaa yê gundewarê bajarê Babê yê dagirkirî, li hember buhabûna nirxa  nan û ferzkirina bikaranîna pereyên Tirkî xwepêşandaneke li dar xist.

Li herêmên dagirkerî nerazîbûn nîşanî ferzkirina bikaranîna pereyên Tirkî hate dayîn
13 hezîran, 2020   13:25
MINBIC

Dewleta Tirk li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine bikaranîna lîreyên Tirkiyê ferz kiriye.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê bajarokê Bezaa yê li gundewarê bakurê rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî, şênî li hember buhabûna nirxa nan û firotina wê bi lîreya Tirkiyê xwepêşandanek li dar xist.

Her lîreyeke Tirkiyê bi 400 lîreya Sûriyê. Lê her tim ji nişka ve radibe û dadikeve. Ew jî diyar dibe ku buhaya tûreke nan li herêmên dagirkirî tespît nabe.

 Li gorî çavkaniyên ji bajarê Babê, ger yek bixwaze nan bikire, ew neçar e bi lîreya Tirkiyê bikire û lîreya Sûriyê nayê qebûlkirin.

Şêniyên bajarokê Bezaa di 3’yê Gulana borî de daketibûn kolanan, ji ber nirxa tûreke nan a 600 g bi 350 lîreya Sûriyê bû, lê niha piştî derbasbûna nîv mehê buha digihîne 400 lîreya Sûriyê, lê tenê kirîn û firotan bi lîreya Tirkiyê ye.

Di rojê de pêdiviya her malekê ji nan 4 tûr in, anku divê 4 lîreya Tirkiyê li hember 4 tûrên nan bide.

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta hilweşîna nirxê lîreya Sûriyê pereyê xwe li herêmên dagirkerî ferz kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya saziyên xwe yê dagirker ên bi navê PTT’ê tên nasîn, pereyên xwe li herêmên dagirkirî zêde û ferz dike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/alYZKsCMnec" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>