‘Kelpîç‘ derfetên kar peyda dike û lêçûna avakirina xaniyan kêm dike

Çêkirina kelpîçan û lêkirina xaniyên axê derfetên kar ji ciwanên navçeya Şedadê re peyda dike. Nemaze ku avakirina xaniyên axê li gel buhabûna nirxê çiminto û madeyên din zêde bûye.

‘Kelpîç‘ derfetên kar peyda dike û lêçûna avakirina xaniyan kêm dike
‘Kelpîç‘ derfetên kar peyda dike û lêçûna avakirina xaniyan kêm dike
‘Kelpîç‘ derfetên kar peyda dike û lêçûna avakirina xaniyan kêm dike
‘Kelpîç‘ derfetên kar peyda dike û lêçûna avakirina xaniyan kêm dike
‘Kelpîç‘ derfetên kar peyda dike û lêçûna avakirina xaniyan kêm dike
13 hezîran, 2020   05:08
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Ji ber bilindbûna nirxê madeyên avakirinê mîna hesin, çiminto û qermîd û madeyên dîtir şêniyên gundê Deşîşa yê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê dest bi çêkirina kelpîçan ji bo lêkirina xaniyên axê kiriye. Şênî avakirina xaniyên axê li gel rewşa aborî ya nebaş çareya herî baş dibînin, nemaze ku madeyên ji ka û pûş peyda ne.

Li gorî xaniyên çiminto, xaniyên axê di havînê de hinik in û di zivistanî de kêm sar in. Li rex vê jî derfetên kar ji gelek ciwanan re peyda dike.

Şêniyê bi navê Elî Xilêf ê ji gundê Um Hifûr ê bajarokê Deşîşayê dibêje: "Bi destpêkirina mewsimê çinînê re ka û pûş peyda dibin, ji bo avakirina xaniyan  me dest bi çêkirina kelpîçan kiriye ji ber lêçûna wê ji avakirina xaniyên ciminto kêmtir e."

Xilêf destnîşan kir ku ji ber bihabûna nirxê hesin û madeyên din ên avakirinê şênî neçar in xaniyên axê ava bikin û anî ziman ku her toneke hesin milyon lîreyên Sûriyê derbas kir û her kîsek çiminto gihaşt 7 hezar û 500 lîreyan.

Xilêf got, lêçûna avakirina xaniyek axê ji 3 odeyan dighêje nîv milyon lîreyan, lê ya blokan dighêje 6 milyon lîreyan.

Derfetên kar ji ciwanan re peyda dike

Karkerê bi navê Seîd Subhî diyar kir ku werşeya wan ji 4 ciwanan pêk t, di dirêjahiya havînî de bi bomdarî dixebitin û wiha got: "Heqdestê her kelpîçekê dighêje 35 lîreyan. Yanî heqdestê wan ê rojane dighêje 8 hezaran."

Seîd Subhî destnîşan kir ku gelek ciwanan kom ava kirin û di vî karî de dixebitin da ku bêkariyê bi sînor bikin.

ANHA