Piştî 30 salî hê jî şêniyên gundê Cilo azarên siyasetên hikumeta Baas dikişînin

Beriya 30 salî ava bendava Sefan gundê Cilo ya herêma Dêrikê noqî bin avê kir. Ji ber wê şêniyên gundê koçberî herêma nêzî gund bûn. Hikumeta Sûriyê jî sozên xwe ji şêniyan re  bi cih neanîn û gundê nû hatiye avakirin paşguh kir.

Piştî 30 salî hê jî şêniyên gundê Cilo azarên siyasetên hikumeta Baas dikişînin
Piştî 30 salî hê jî şêniyên gundê Cilo azarên siyasetên hikumeta Baas dikişînin
Piştî 30 salî hê jî şêniyên gundê Cilo azarên siyasetên hikumeta Baas dikişînin
Piştî 30 salî hê jî şêniyên gundê Cilo azarên siyasetên hikumeta Baas dikişînin
Piştî 30 salî hê jî şêniyên gundê Cilo azarên siyasetên hikumeta Baas dikişînin
Piştî 30 salî hê jî şêniyên gundê Cilo azarên siyasetên hikumeta Baas dikişînin
13 hezîran, 2020   06:40
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH-NEJBÎR OSMAN

Gundê Cilo li rojavayê bajarê Dirêkê bi çend kîlometreyan e. Lê gund piştî avakirina bendavekê li ser çema Sefan noqî bin avê bû û şêniyên gund li herêma li nêzî gund bi cih bûn.

Çîrok di 1984`an de dema hikumeta Sûriyê biryar da ku bendavekê li ser çemê ava bike, destpê kir. Li gorî plansaziyan divêyabû gund noqî bin av nebûye. Lê ji ber rewşa li ser erdê ne li gorî plansaziyan bû, piştî bidawîbûna avakirina bendavê di 1988`an de ava gola bendavê rabû û gund noqî bin avê bû. Di encamê de şênî bê cih û war man.

Piştî wê hikumeta Sûriyê kampek ava kir û şênî tê de dan bi cih kir.

Sozên hikumeta Sûriyê heta 9 mehan dereng ma. Piştre hikumetê parçeyek erd ji gundê berê da şêniyan. Her wiha hikumetê soz dabû ku dibistanek, nexweşxaneyek di gundê nû de veke, rêyan çêbike û bîrekê bikole. Lê hikumetê sozên xwe bin pê kirin.

Ji ber wê şênî neçar man ji warên xwe ber bi bajarên Dêrik, Girkê Legê  koçber bibin. tenê di gund de 20 malbat ji bingeha 40 malbatan ma.

Ruxmî xeteriya bendava Sefan lê hikumeta Sûriyê wê demê ji bo parastina gund tu tedbîr negirtin.

Ebdî Hecî Xelîl ji şêniyên gundê Cilo ye û şahidê avakirina bendavê ye, got hikumetê dem neda şêniyan û pereyên dane pir kêm bûn têra dabînkirina xisarên wan nekirin.

Xelîl wiha domand: "Hikumetê şênî neçar kir ku biryara terikkirina gund û carek din venegerin gund, mohr bikin. "

Şênî jiyana xwe li gundê nû didomînin û debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan peyda dikin. Her wiha bi rêya saziyên Rêveberiya Xweser, meclis û komînan hewl didin pêdiviyên xwe peyda bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vL2Gn4wfVvo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>