Washington li ser plana Netanyahu ya tevlêkirina Difa El-Xerbiyê erêkirina Benny Gantz dixwaze

Rojnameya Jerusalem Post diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê dixwaze erêkirina wezîrê ewlehiya Îsraîlê Benny Gantz a plana tevlêbûna herêmên ji Difa El-Xerbiyê wergire beriya ku serokwezîr Benjamın Netanyahu şewqa kesk bide Amerîkayê.

Washington li ser plana Netanyahu ya tevlêkirina Difa El-Xerbiyê erêkirina Benny Gantz dixwaze
13 hezîran, 2020   10:27
XEZA

Rojnameya Jerusalem kifş kir ku Washington dixwaze erêkirina serokwezîrê berdêl Benny Gantz beriya ku şewqa kesk bide Netanyahu ku Îsraîl di vê havînê de parçeyên ji Difa El-Xerbiyê tev li xwe bike, wergire.

Li gorî rojnameyê, çavkaniyekî amerîkî bal kişand ser girîngiya erêkirina Benny ji xebata serwerîkirinê, her wiha armanca vê yekê jî ku ev xebat destekê ji DYA`yê wergire.

Rojnameyê sedema vê yekê eşkere kir û ragihand ku qanûna Îsraîlê  erêkirina kabîneyan a ferzkirina serweriyê li parçeyên Difa El-Xerbiyê ku din serweriya Brîtanyayê de bûn, dixwaze, tevî ku rastgir di kabîneyê de serwer in, lê ev piranî teng e. Her wiha DYA dixwaze hîn zêdetir Îsraîlê destekê bide vê yekê ji ber desteka Îsraîlê hîn zêdetir wê mafdartir dike û dema bernamzetê serokatiya Amerîkayê  Joe Biden di hilbijartinan de bi ser bikeve dê zû bi zû ji ser venegere.

DYA`yê dema ku Netanyahu diyar kiriye, erê dike. Ji ber hilbijartinên Amerîkayê nêzîk bûne  û naxwaze di demeke wiha de oparasyona serwerkirina pêk were ku li herêmên kiryarên tundiyê yên mezin pêk hatin.

(eh)