Sûriyê: 6 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro ragihand ku 6 welatiyên din bi Koronavîrusê ketine û heta niha li Sûriyê 170 halet çêbûne.

Sûriyê: 6 kesên din bi Koronavîrusê ketin
13 hezîran, 2020   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li bajarokê Reis Mera yê gundewarê Şamê 6 kes bi Korovîrusê(COVID-19) ketine û hejmara kesên li Sûriyê bi vîrusê ketine gihaşt 170 kesî.

Hikumeta Sûriyê piştî li bajarokê Reis Mera di 7’ê vê mehê de 16 kes bi vîrusê ketibûn, bajarok xist karantînayê.

Hikumeta Sûriyê di 22’yê Adara derbasbûyî de li welat yekemîn rewşa pêktina Kornavîrusê tomar kir.

(eh)