Li Efrîn û Idlibê 140 leşkerên artêşa Tirk bi Koronavîrusê ketine

Waliyê Hatayê ragihand ku 140 leşkerên artêşa Tirk a dagirker li bajarên Efînê û Idlibê bi Koronavîrus a nû ketine.

Li Efrîn û Idlibê 140 leşkerên artêşa Tirk bi Koronavîrusê ketine
13 hezîran, 2020   11:20
NAVENA NÛÇEYAN

Rojnameyên Tirkiyê diyar kirin ku duh waliyê Hatayê Rahmi Dogan duh di şahiyekê de ragihand ku 140 leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi Korovîrusê ketine.

Dogan destnîşan kir ku 120 endam li Efrînê bi vîrusê ketine di heman demê de li Idlibê jî 20 kes bi Koronavîrusê ketine.

Li gel vê yekê wîlayeta Hatayê bi daxuyaniyekê propogandaya haletên li herêmên Efrînê û Idlibê derewand.

Roja înê Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê daxuaynd ku di nava 24 saetan de 15 kes bi Koronavîrusê ketine.

(eh)