Lubnan:Tevî biryara  zêdekirina dolaran li barazan, xwepêşandan berdewam in

Di civîna meclisa wezîran a Lubnanê ya li Seray de û hevdîtina sêalî ya di navbera serokan de, biryar hate dayîn ku dolar bikeve bazaran. Lê tevî vê yekê jî, xwepêşandan dewam dikin.

Lubnan:Tevî biryara  zêdekirina dolaran li barazan, xwepêşandan berdewam in
13 hezîran, 2020   07:40
BEYRÛT

Li Xilda ji ber xwepêşandêran rê venekirin, erebeyekê pêl hejmarek xwepêşandêran kir û di encama xwepêşandêrek birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Kemal Canbilat.

Her wiha piştî hejmareke motor gihaştin Riyad û tevlihevî derket, xwepêşandêran li qada şehîdan a li kêleka mizgefta Mihmed Emîn protoso kirin, hinan ji wan dikanên li avahiya El-Azariyê ya naverasta Beyrûtê xerab kirin, yekîneyên artêşê û hêzên ewlehiyê jî berbelav bûn.

Li Seyda jî hejmareke xwepêşandêr li qada Êliya kom bû, çûn û hatin zêde nema, li gel wê jî gelek xwepêşandêr li erdê rûniştin û sloganên berdewamkirina xwepêşandaran û redkirina krîza aborî û debara jiyanê berz kirin.

Li Sûrê û Ekar jî li dijî rewşa heyî û bilindbûna nirxê dolar, sivîlan protos kir û li kolanên bajêr meş li dar xistin.

(eh)

ANHA