Serokê Cezaîrê: Rewşa Lîbyayê vegerandina sînaryoya Sûriyê ye

Serokê Cezaîr  Abdulmecid Tebon piştrast kir ku aliyên li Sûriyê şer dikin heman aliyên li Lîbyayê ne jî û destnîşan kir  ku ew dikarin bi hevkariya dewletên Misir an Tûnisê çareseriyê ji aloziya Lîbyayê re bibînin.

Serokê Cezaîrê: Rewşa Lîbyayê vegerandina sînaryoya Sûriyê ye
13 hezîran, 2020   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva berê serokê Cezaîrê Abdulmecîd Tebon li gel torên çapemeniyê yên herêmî axivî ku rewşa Lîbyayê ber bi sînaryoya Sûriyê ve diçe.

Abdulmecîd Tebon wiha domand: "Tiştên ku li Lîbyayê dibin bala me nakşîne û destwerdanê jî lê nakin, pilana me xuya ye ku çareseriyên lêşkerî qebûl nakin û divê hemû alî vegerin diyalogan, ji ber xwîna ku diherike, xwîna şêniyên Lîbyayê ne, ne xwîna aliyên şerê wekaletê dikin."

Tebon got ku tu berjewendiyên aborî û destwerdanê li Lîbyayê ku ew bikin nîn in, xwesteka wan ew e ku şer raweste. Her wiha destnîşan kir ku bi hevkariya Misir û Tûnisê ji aloziya Lîbyayê re dîtina çareseriyê pêkan e.

Tebon wiha bi dawî kir: "Tiştên ku dê bi destwerdanê dervayî sînora me û têkçûyînên lêşkerî bibe, em naxwezin, lê li şûna zirarên leşkerî divê vî şerî li gorî başbûna rewşa herêmî bi kar bînin."

ANHA