HPG’ê nasnameya şehîdan eşkere kir

HPG’ê ya ku nasnameya 4 gerîlayên ku 8’ê Hezîranê li Îdirê şehîd bûbûn eşkere kir got: “Hevrêyên me Hejar, Mezlûm, Sarîna û Serhet, berxwedanekî destanî raberkirine.”

HPG’ê nasnameya şehîdan eşkere kir
13 hezîran, 2020   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd û nasnameyan ev agahî da:

"7`ê Hezîranê hêzên me li devera Kirê Sor ê girêdayî Başan a Îdirê rastî yekîneyên artêşa TC’ê hatine û li vir şer rû daye. Di şerê hêzên me derbên giran li dagirkeran da de, piştre artêşa TC’ê ya dagirker 8’ê Hezîranê saet 05:00’an li qadê dest bi operasyonekê kirine. Heman rojê heta saetên şevê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar qewimiye. Di vî şerî de 4 hevrêyên me yên li dijî dijmin bi lehengî şer kirin şehîd bûne.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Hejar Agîrî

Nav û Paşnav: Vahît Çur

Cihê Jidayikbûnê: Agrî

Navê Dayikê-Bav: Necla – Bedîrhan

Cih û dîroka Şehîdbûnê: Îdir/ 8’ê Hezîrana 2020

*****

Nasnav: Mazlûm Serhat

Nav û Paşnav: Seyhan Taş

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayikê-Bav: Nedîme – Suleyman

Cih û dîroka Şehîdbûnê: Îdir/ 8’ê Hezîrana 2020

*****

Nasnav: Sarîna Şervan

Nav û Paşnav: Mehnaz Hasan Xelefo

Cihê Jidayikbûnê: Maku

Navê Dayikê-Bav: Zeynep – Hasan

Cih û dîroka Şehîdbûnê:: Îdir/ 8’ê Hezîrana 2020

*****

Nasnav: Serhat Umut

Nav û Paşnav: Onur Yoruklu

Cihê Jidayikbûnê: Stenbol

Navê Dayikê-Bav: Latîfe – Alî Saît

Cih û dîroka Şehîdbûnê:: Îdir/ 8’ê Hezîrana 2020

BERXWEDANEKÎ DESTANÎ RABER KIRIN

Dewleta TC a dagirker ku her demê bi êrîşkirina ser rûmet û nirxên menewî ya gelê Kurd, dixwaze hebûna gelê Kurd ji holê rake. Dewleta TC a qirker, bi desteka hêzên emperyalîst û hegomon bê ku hiqûqa nas bike, bi pêkanînên der mirovî bi her awayî dixwaze gelê Kurd qetil bike. Îro gelê Kurd di pencên qirkirinekî ku ti pîvanên mirovî li xwe nagire têkoşînê dike. Kadroyên pêşeng ê vê têkoşînê jibo têkoşîna rûmetê bidomînin û vîna hêviya vî gelê mezlûm ji nû ve zindî bike, canê xwe didin, lê dev ji berxwedan û rûmeta xwe bernaedan. Hevrê Hejar, Mazlûm, Sarîn û Serhat ên kadroyên pêşeng, xwedî li vê berxwedana rûmetê ya şehîdên leheng derketin û bûne pêşengên vê rêyê.

Hevrêyên me Hejar, Mazlûm, Sarîna û Serhet ên her yekê ji deverek Kurdistanê, lê zilim û cihêtiya li wan hate kirin yek bû. Li dijî pêkanînên dewleta Tirk a asîmlasyona li ser gelê Kurd û tinekirina hebûna wê, gihane wê rastiyê di nava PKK’ê de berxwedana tê jiyîn rêya dawî ya rizgariyê ye û tevlî gerîla bûne. Bi felsefeya Rêber Apo xwe kûr kirine, çi di jiyana gerîla û çi jî di şerê li dijî dijmin de bûne xwedî serketinên mezin. Li dijî hewldanên dewleta TC a hemû derfetên xwe sefer ber kiriye ku gerîla tine bike, hevrêyên em Hejar, Mazlûm, Sarîna û Serhet berxwedanekî destanî raberkirine.

Di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên bi lehengî gihiştine şehadetê û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Bi gihandina serketinê ya têkoşîna xwe soz didin ku em ê hestên wan her tim dibin jiyîn.”

ANHA