ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-6-2020`AN
12 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêngava Tunekirina Terorê ya ku QSD‘ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bejahiya Hesekê û Dêrazorê daye destpêkirin, dê were şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Rewşenbîr û siyasetmedarên herêma Efrînê gotin dewletên komploger bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan hedefgirtina gelên bindest armanc  kirin. Her wiha destnîşan kirin ku azadî di naskirina felsefeya wî de veşartiye û divê tevahiya gelan bikevin ferqa vê yekê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx Mihemed El-Qadirî diyar kir ku divê pêkhateyên herêmê bizanibin ku yekitiya Kurd encamên erênî li projeya netewa demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wê hêz bide biratiya gelan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Lubnan di rewşa xwe ya aborî û diravî ya herî xirab de ye. Yên herî ziyan ji vê aloziyê ziyanên dibînin koçber in. (BI WÊNE).

JIN

- Ibtîsam Ebdulqadir got: "Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya asayî de gelek biryarên girîng girêdayî rewşa jinê li herêmê girtine. Di nav de avakirina malên parastina jinan, piştgiriya malên sêwiyan û rêgirtina li pêşiya diyardeya xwekuştinê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Beriya sê serdeman ava bendava El-Sefan a gundê Cilo ya herêma Dêrikê noqî bin avê kir. Ji ber wê şêniyên gundê koçberî herêma nêzî gund bûn. Hikumeta Sûriyê jî sozên xwe ji şêniyan re ne anîn cih û gundê nû hatiya avakirin paşguh kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çêkirina kelpîçan û lêkirina xaniyên axê derfetên kar ji ciwanên navçeya Şedadê re peyda dike. Nemaze ku avakirina xaniyên axê li gel bihanbûna nirxê ciminto û madeyên din zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Ratle girîngtirîn projeyên xwe yên xizmetguzarî yên sala 2020`an bi dawî kirin. Şaredarî bi tevlibûna şêniyên herêmê projeyên xwe yên din temam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA