Şêx El-Qadirî: Yekitiya Kurd hêz dide biratiya gelan

Şêx Mihemed El-Qadirî diyar kir ku divê pêkhateyên herêmê bizanibin ku yekitiya Kurd encamên erênî li projeya netewa demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wê hêz bide biratiya gelan.

Şêx El-Qadirî: Yekitiya Kurd hêz dide biratiya gelan
13 hezîran, 2020   00:20
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ-BOTAN HISÊN

Kolana Kurd li benda destpêkirina gavên qonaxa duyemîn a danûstandinên Kurd-Kurd in.

Der barê vê mijarê de Serokê Tevgera El-Sofiye El-Qadiriye ya Sûrî Şêx Mihemed El-Qadirî ji ANHA`yê re axivî.

Girêdayî bandora yekitiya Kurd li pêkheyatên din ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Mihemed El-Qadirî diyar kir ku yekitî ji bo her neteweyek, olek û  baweriyekê re armanca herî rast e.

El-Qadirî li ser encamdayîna lihevkirina aliyên Kurd û da zanîn ku baweriya tevahî gelan bi pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye û got: "Bi destpêkirina qonaxa duyemîn a danûstandinên Kurd-Kurd re em hêvî dikin partî nêzî hev bibin, doza xwe biparêzin û bibin yek. Ev yek dê hêzeke herî bilind û xurt bide rola tevgera Kurd li welatê me."

Şêx El-Qadirî der barê encamên pêşketina asta nêzîkbûn di navbera aliyên kurdî de wiha got: "Çiqasî em nêzîkî hev bin, çiqasî em yek bin ewqasî dijminê me dê qels bibe, zaîf û aloz bibe. Em ê jî ji her aliyekî ve  leşkerî, bawerî, civakî û aborî  xurt bibin.  Ev yek tiştekî xwezayî ye çiqasî mirov nêzîkî hev be ewqasî mirov xurt e."

Şêx El-Qadirî destnîşan kir ku yekitiya Kurd xewna her kurdekî ye ji demên borî ve û got: "Heke em nikaribin yekitiya neteweyî li ser asta her çar perçê Kurdistanê pêk bînin, em dikarin li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin".

Şêx El-Qadirî di warê mijara xerabkirinê de ya ku  dijmin dixwaze pêk bîne got: "Biratiya gelan di welatê me de weke xewneke pêk hatiye. Ji ber wê dijminê gelan, gelek zor daye vê mijarê û dixwaze gelan ji hev dûr bixîne û bi nêrînên xwe yên şofînîst mezheb, olan û zimanan ji hev parçe bike."

Di nav gotinên xwe de El-Qadirî diyar kir ku gerek gelê Kurd ji yekitiya Kurd re dilxweş bin û bizanibin ku ev yekitî wê ewqasî biratiya gelan xurt bike.

Li ser rola rûspiyên herêmê di nava qonaxên yekitiya Kurd de Şêx El-Qadirî diyar kir ku wan bi daxuyniyan û civatên bi oldaran û gel re bi yekitiyê re ne û got: "Em dibêjin em biran e xwedaya me yek e. Ji mafê me ye em li ser xaka xwe bi azadî bijîn. Her wiha bi bawerî gotinên xwe yên siyasî û civakî bibêjin".

Şêx El-Qadirî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger em di nava Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yekitiya Kurd bi cî bînin, em dikarin ji hev fêm bikin em dikarin biratiya xwe eşkere bikin û ji cîhanê giştî re bêjin ku mafê her kesî heye û ev maf jî dê parastî be."

Serokê Tevgera El-Sofiye El-Qadiriye a Sûrî Şêx Mihemed El-Qadirî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola pêkhateyên herêmê di yekitiya Kurd de û got: "Em dibêjin bila ew jî bi me re alîkar bin da ku yekitiya Kurd pêk were ji bo em jiyanê di welatê xwe de xweş bikin".

ANHA