Şehîd Qasim Engîn li Lubnanê hate bibîranîn

Bi dehan ciwanên Kurd li Beyrûtê  ku paytexta Lubnanê ye şehîd Qasim Engîn bibîr anîn û soza berdewamkirina têkoşîna wî dan.

Şehîd Qasim Engîn li Lubnanê hate bibîranîn
12 hezîran, 2020   20:05
BEYRÛT

Ciwanên Kurd ên li paytexa Lubnan Beyrûtê dijîn, hatin ba hev û derbarê şehîdxistina endamê Komîteya Rêveber a PKK‘ê Qasim Engîn daxuyaniyek pareve kirin

Endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanan a li Lubnanê Mihemed Zuhêr Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê hate bibîrxistin ku endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê Qasim Engîn 27‘ê Gulanê ji hêla balafirên şer ên dewleta Tirk hate şehîdxistin. Her wiha hate destnîşankirin ku têkoşer Engîn heta kêliya dawî ji doza gelê xwe re wefadar bû, bû nûnerê rastiya rêvebertiyê û bi rêya hewlestên xwe yên têkoşer bi hezaran ciwan bi têkoşînê ve hatin girêdan û êdî bû kadroya têkoşer ê ku nûnertiya felsefeya rêvebertiyê dike.

Di nav daxuyaniyê de hate gotin têkoşer Qasim Engîn dev ji hêviyên xwe yên kurdistanî bernedan û her tim hewl da pêk bîne.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de got: "Bi navê ciwanên Kurd ên Lubnanê em têkoşer Qasim Engîn bibîr tînin û soza şopandina têkoşîna wî didin. Divê bê zanîn ku ciwanên Kurd li her derê dê asta têkoşînê li ser şopa şehîdan berdewam bikin. ji xiyanet, dagirkerî û tevahiya astengiyên li dijî yekitiya niştîmanî serî natewînin."

Daxuyanî biberzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan bidawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yPg6aPVJ-6Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>