Ji nû ve nakokiya DYA-Tirkiyê… Enqereyê bersiva Pompeo da

Piştî rexneya tûj a wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo li dijî Tirkiyê têkiildarî hikmê 8 sal cezayê girtinê li ser karmendekî konsolxaneya DYA’yê ya Stenbolê, dewleta Tirk bersiv da û îdia kir ku DYA li hember "serxwebûna dozgeriyê" ne rêzdar e.

Ji nû ve nakokiya DYA-Tirkiyê… Enqereyê bersiva Pompeo da
12 hezîran, 2020   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê îdia kir ku serweriya qanûnê û dozgeriya serbixwe li welat pêk tê, her wiha bang li Washingtonê kir ku li hember rêgeza serxwebûna dozgerî û dûrketina xebat, helwest an jî daxuyaniyên der barê bandora li dozgeriyê de rêzdar be.

Şeva berê Pompeo diyar kiribû ku cezakirina karmend têkiliya Washington û Enqereyê qels dike û baweriya bi saziyên Tirkiyê dişikîne.

Her wiha di twittekê de bang li dewleta Tirk kir ku vê pirsgirêkê bi awayekî adil çareser bike û piştrast kir ku tu nîşaneyên aşkera tune ne ku karmend bê cezakirin.

Her wiha balyozxaneya DYA’yê ya li Enqereyê der barê hikmê bêyî tu belgeyan de, mixabiniya xwe anî ziman.

(fr)

ANHA