Îlham Ehmed: Divê em bi cidî kar bikin da ku li ser asta aborî biserkevin

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo derbaskirina encamên neyînî yên aborî yên Qanûna Qeyser, xebatên cidî û hevgirtinek civakî tevî gavên ku rêveberiya herêmê danîne, pêwîst in. Ji bo ku di warê aborî de mîna ku di warên leşkerî û siyasî de bi serketiye, biserkeve.

Îlham Ehmed: Divê em bi cidî kar bikin da ku li ser asta aborî biserkevin
Îlham Ehmed: Divê em bi cidî kar bikin da ku li ser asta aborî biserkevin
Îlham Ehmed: Divê em bi cidî kar bikin da ku li ser asta aborî biserkevin
12 hezîran, 2020   17:58
TEBQA

Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo şîrovekirina geşedanên cîhanî, herêmî û encamên neyînî yên qanûna Qeyser, rêze civînan li dar dixe. Îro meclisî bi tevlibûna endamên komîte û gerînendeya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ên Tebqa û meclisên jinan û şêniyên herêmê civînek li dar xist.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed û hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Tebqayê Hind El-Elî û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec civîn bi rêve birin.

Îlham di destpêka civînê de rewşa qada herêmî di vê dawiyê de û xwezaya beraliyên siyasî yên hêzên navdewletî ên li Sûriyê nakok nirxand.

Îlham di nav gotinên xwe de bal kişand ser asta ku projeya Rêveberiya Xweser di qadên navdewletî de gihaştiyê û got: "Me dît ku çawa em bi hevgirtinê li dijî DAIŞ`ê biser ketin. Her wiha Rêveberiya Xweser û gelê me jî pandemiya Koronavîrusê heta niha bi serkeftî derbas kirin û niha em li pêşberî aloziyek aborî ne. Em hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser vê aloziyê jî bi serkeftî derbas bike. Serkeftinên di warên leşkerî û siyasî û tunduristî jî mînaka herî ber bi çav li ser gavên mezin ên ku projeya Rêveberiya Xweser avêtine."

Îlham diyar kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk li aliyê gel e û li cem wê girîng e ku gelê Sûriyê jiyana xwe ya asayî dûrî şer, koçberî, zordestî û terorê bijî. Ji bo derbaskirina kirîzên aborî û siyasyî hevgirtina tevahiya gelê Sûriyê li tevahiya bajaran bê îstisna pêwîst e.

Girêdayî mekanîzmeya tedbîrên ku dê li hember kirîza aborî bêne girtin Îlham got: "Komîteyek ji pisporên aborî hate avakirin. ew ê planên nû li gorî geşedanên nû xêz bikin. da ku asta kirîzê li ser herêmê kêm bibe. Ev kirîz aboriya Sûriyê ji bo daxwazên siyasî dike hedef."

Di dawiya civînê de dîwana civînê pirsên beşdaran ên girêdayî warên siyasî û leşkerî di pêvajoya bê de û asta bandora rewşa aborî li ser herêmê û rêbazên ku têne pêşkêşkirin ji bo ku herêm bi giştî ji van kirîzan were parastin çi ne bersivandin.

Di 21`ê Kanûna par de serokê Amerîka Donald Trump qanûna Qeyser mohr kir. Ev qanûn cezayên aborî li ser rejîma Sûriyê ji ber sûcên şer li Sûriyê pêk anîne, ferz dike.

(şx)

ANHA