Gerîla li Heftanîn û Şirnexê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin

HPG’ê ragihand ku li Heftanîn û navçeya Qileban a Şirnexê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakî li dar xistine.

Gerîla li Heftanîn û Şirnexê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin
12 hezîran, 2020   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyand ku gerîlayên HPG û YJA Starê li Heftanînê û bejahiya Qilebanê ya Şirnexê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên me di 11'ê Hezîranê de saet di 07:00’an de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Konferansê ya Mezin, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome çalakiyek li dar xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Di 11'ê Hezîranê de saet 15:20'î hêzên me yên YJA Starê li bejahiya navçeya Qilabanê ya Şirnexê li artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lezgîn xistin. Di vê çalakiyê de jî derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."