DYA û Rûsyayê derbarê Sûriyê de axivîn

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin  û Nûnerê Taybetî yê Amerîka ji bo Sûriyê, James Jeffrey derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê de bi telefonê axivîn.

DYA û Rûsyayê derbarê Sûriyê de axivîn
11 hezîran, 2020   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de got: " Vershinin û Jeffrey bi awayekî berfireh mijarên çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254  nîqaş kirin."

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan rewşa Sûriyê ya li ser erdê ya, di nav de misogerkirina pêkanîna aramiyê li Idlibê, herêmên rojhilatê Firatê û başûrê welatê gotûbêj kirin.

Ev yek di demekê de ku Washington hikumeta Esed a Rûsya desteka wê dike tengav kiriye. Nemza ku di demeke nêzîk de Qanûna Qeyser dikeve meryetê ku cezayan li ser hikumeta Sûriyê ferz dike.