Meclisa Aborî 4 navend vekirin ku zebze û fêkiyan bi erzanî difiroşin

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê  4 navendên firotina zebze û kêfiyan hatin vekirin.  Di van navendan de bihayê fêkî û zebzeyan ji bihayê ku li sûkan tên firotin kêmtir e.

Meclisa Aborî 4 navend vekirin ku zebze û fêkiyan bi erzanî difiroşin
Meclisa Aborî 4 navend vekirin ku zebze û fêkiyan bi erzanî difiroşin
Meclisa Aborî 4 navend vekirin ku zebze û fêkiyan bi erzanî difiroşin
Meclisa Aborî 4 navend vekirin ku zebze û fêkiyan bi erzanî difiroşin
Meclisa Aborî 4 navend vekirin ku zebze û fêkiyan bi erzanî difiroşin
11 hezîran, 2020   13:31
HELEB

Piştî ketina nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîk,  nirxê madeyên xwarinê biha bûn û hindek bazirgan ji xwe re rewşa aborî ya heyî li Sûriyê keysbaz dikin.

Meclisa Aborî ya taxa Şêxmeqsûd 4 navend li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê vekir. Di van navendan de zebze û fêkî bi buheyên ji sûkê kêmtir têne firotin.

Di navendan de 1 kîlo bacan bi 150 lîreyên Sûrî tê firotin lê li sûkan bi 250 lîreyî ye.

′ARMANCA ME NE QEZENCÎ YE′

Endamê Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Silêman Arif wiha got: "Me 4 navend vekir da ku em fêkî û sebze bi buheyên ji sûkê kêmtir bifroşin."

Der barê armanca vekirina vê projeyê Arif wiha axivî: "Em sebze û fêkî bi miqdarên mezin dikirin bêyî em tu fêdê jê bigrin em difroşin. Tenê em kiriya veguhestinê û karkeran digrin. Armanca me ku di çarçoveya rewşên aborî yên zehmet de şênî ji vê projeyê sûd bigrin."

Silêman Arif di dawiyê de anî ziman ku heger ev her çar navend têra şêniyan nekin, ewê navendên din jî vekin.

(bx)

ANHA