Sersaxî ji malbatên 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê re hate xwestin

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin û diyar kirin ku şehîd rêberê têkoşîn û nirxê gelan e.

Sersaxî ji malbatên 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê re hate xwestin
11 hezîran, 2020   13:47
KOBANÊ

Lil bajarê Kobanê, ji bo cangoriyên Berxwedana Rûmetê, Dilxwaz Şêxo(Çavreş Kobanê), Ehmed Mislim (Xalo Kobanê), Hesen Bozan (Serdar), Welat Îsmaîl (Ferhad Kurdistan), Harûn Hoşeng (Harûn Amed), Meysa Ehmed (Dêrsim Rojhilat), Masûm Xelo (Kendal Koçber) û Îdrîs Mehlî (Îdrîs) konê sersaxiyê li pêşiya goristana Şehîd Dîcle hate vedan. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê herikîn bin kon û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di merasîmê de serokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya QSD`ê ya Sirînê Mihemd Dexîl axivî û got:"Gotin têra weskirina şehîdan nakin, şehîd rêberê me ne û di oxira azadiya welat û bidawîkirina zilim û zorê de canê xwe feda kirin."

Mihmed Dexîl di nava axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya şopandina rêya şehîdan û ji bo pêkanîna armancên şehîdan divê têkoşîn berdewam be.

Beşdaran anîn ziman ku ku şehîd nirxên gelan e, lewma şopandina rêya şehîdan erka her welatparêzekî ye, li gel vê yekê aramiya li herêmê raber dibe bi saya berdêlên şehîdan dane ye.

 (eh)

ANHA