Li Efrînê cenazeyê kalemêrekî hate dîtin

Şêniyên gundê Meydankê yê navçeya Şera ya bajarê Efrînê, cenazeyê welatiyê bi navê Arif Ebdo Xelîl li berava Meydankê dît. Çeteyên dewleta Tirk, Arif Ebdo Xelîl yê 80 salî revandibû.

Li Efrînê cenazeyê kalemêrekî hate dîtin
11 hezîran, 2020   12:22
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, aşkera kir ku  çeteyên ‘Hêzên El-Nuxba’ û ‘Sultan Murad’ li Efrînê welatiyê bi navê Arif Ebdo Xelîl ê 80 salî di 9`ê meha Hezîranê de ji gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku duh cenazeyê Arif Ebdo hate dîtin û li ser cenazeyê wî şûna îşkenceyê hebû.

Her wiha hate diyarkirin ku çeteyan 10 hezar dolar ji Arif Ebdo diziye.

Arif Ebdo Xelîl bi navê ‘Arif Xatûnê’ dihate naskirin, nikarîbû bimeşiya û gelek nexweşiyên giran pê re hebûn.

ANHA