Îlham Ehmed: Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin

Duh li Minbicê du civînên cuda der barê geşedanên dawîn ên li herêmê, rewşa aborî, tundiya li dijî jinan û rola jinan di geşkirina aboriyê de li dar ketin. Îlham Ehmed di civînan de got “Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin.”

Îlham Ehmed: Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin
Îlham Ehmed: Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin
Îlham Ehmed: Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin
Îlham Ehmed: Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin
Îlham Ehmed: Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin
Îlham Ehmed: Hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dikin
11 hezîran, 2020   11:05
MINBIC

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, bi dehan şênî û endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê tev li her du civînan bûn. Di civînan de Îlham Ehmed der barê geşedanên siyasî û aborî yên li welêt axivî.

Îlham Ehmed got Sûriye di nava Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ye, aloziya heyî bandor li gel kir û rewşa şer li Sûriyê berdewam e bêyî ku çareseriyek hebe.

Îlham Ehmed diyar kir ku hêzên derve çareserkirina aloziya Sûriyê asteng kir, dîtina çareseriyekê ku hemû alî erê dikin, ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê û tevlêbûna hemû gelên Sûriyê di avakirina biryarê de asteng kir.

Îlham Ehmed bal kişand ser dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê dewleta Tirk û got gefên dewleta Tirk hene ku herêmên din jî dagir bike.

Di civîna taybet a jinan de ku li navenda Meclisa Jinan a Minbicê hat lidarxistin, Îlham Ehmed girîngiya xurtkirina rola jinan di civakê de, bi taybet di çarçoveya rewşa aborî ya heyî de rola jinan di geşkirina aboriyê de, rave kir û got divê jin di projeyên aborî û pêkanîna wan de xwedî biryar bin.

Her du civînên ku li navenda Meclisa Jinan û navenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hatin lidarxistin bi nîqaşên têkildarî rewşa siyasî ya heyî û çawaniya sekinandina tundiya li dijî jinan bi dawî bû.

bx

ANHA