USCIRF: Sûcên Tirkiyê li Sûriyê ji pirrengiya olî re xetere ne

USCIRF’ê piştrast kir ku vekişandina hêzên DYA’yê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê dide dewleta Tirk û çeteyên wê û dihêle hîn zêdetir qirkirina etnîk pêk bê.

USCIRF: Sûcên Tirkiyê li Sûriyê ji pirrengiya olî re xetere ne
11 hezîran, 2020   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya DYA’yê (USCIRF) diyar kir ku dewleta Tirk û ajandeyên wê li Bakurê Sûriyê mafên kêmneteweyan sînordar dikin û heke DYA`yê destwerdana sekinandina wan neke ew ê berdewam bike.

Cîgira serokê USCIRF’ê Nadine Maenza diyar kir ku bi derketina vê karesatê re ne mimkun e DYA çavên xwe lê bigire.

Nadine Maenza xîtabî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Rewşa heyî pirrengiya etnîk û olî rasterast dixe xetereyê û Bakur û Rojhilatê welat bi pirrengiya xwe tê naskirin û gefan li mayîndebûn û ewlehiya Rêveberiya Xweser dixwe."

Duh di civînê de koma ji partiyên Komarparêz û Demokrat pêk tê, bang li rêveberiya Trump kirin ku zextê li ser Tirkiyê bike ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişe. Tê zanîn ku Trump hêzên xwe ji herêmê vekişandin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Cotmehê de hin parçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin.

Komîteyê banga pêkanîna cezayên DYA’yê yên li dijî Sûriyê kir (Qanûna Qeyser) û xwest Rêveberiya Xweser ji vê qanûnê xelas bike.

(eh)

ANHA