Şervan Derwîş: Êriş ne li dijî kesan, li dijî têkoşîna azadiya gelan e

Şervan Derwîş ku roja çarşemê rastî êrişê hatibû, got: “Hedefgirtin ne tenê li dijî kesayetekê ye, ji ber ku têkoşîna gelan a ji bo azadiyê ne girêdayî kesayetan e. Bûyer, gelên ku parastina axa xwe dikin, jiyana di bin sîwana biratiya gelan de û azadiyê dike hedef. Ev êriş dê negihêjin armanca xwe.”

Şervan Derwîş: Êriş ne li dijî kesan, li dijî têkoşîna azadiya gelan e
11 hezîran, 2020   11:24
MINBIC

Roja çarşemê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş rastî hewldana kuştinê hat. Li ser rêya Minbic û Ebû Qelqelê erebeya wî bi mayinekî hat hedefgirtin. Lê ew hewldan bi ser neket.

Şervan Derwîş girêdayî vê bûyerê ji ANHA’yê re axivî.  Derwîş got: “Di demek ku gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ewlehiyê li herêmên xwe bide çêkirin, bi wê re jî Pêngava Tinekirina Terorê li herêmên Dêrezor û gundewarên Hesekê hatiye destpêkirin  de, gelek alî hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin. Aliyên ku bûyer pêkanîne armanc dikin ewlehiya herêmê bihejînin. Ji ber ku ew ji ewlehiya ku li herêmê  aciz dibin. Ji ber wê bi rêya rêbazên tirsonek hewl didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke ku ne ewle ne nîşan bidin.”

Derwîş wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Hedefgirtin ne tenê kesayeta wî ye, ji ber ku têkoşîna gelan ji bo azadiyê ne girêdayî kesayetan e. Bûyer gelên ku parastina axa xwe, jiyana di bin sîwana biratiya gelan û azadî pejirandiye dike hedef. Ev cure êrişên ku kesan dikin hedef negihin armanca xwe. Hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê ne nû ne. Gelek alî bi rêbazên cuda hewl didin ewlehiya herêmê bihejînin. Bi taybet li gel vê pêvajoya kirîtîk a ku gelê Sûriyê bi giştî tê re derbas dibe. Pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê ket  sala xwe ya 4’an. Ev roj pêvajoya destpêkirina avakirina jiyana aram ji tê hesibandin. Ev rizgarkirina Minbicê bibîr tînin.”

Şervan Derwîş anî ziman ku ji destpêka rizgarkirina bajarê Minbicê ve gelek hewldanên têkbirina ewlehiya û belavkirina tevliheviyê çêbûn û got: “Bûyera ku roja Çarşemê çêbûye, yek ji wan hewldanan e. Ev ne cara yekê ye ku rastî van hewldanan tê û dibe jî ne ya dawî be.”

Şervan îşaretpê kir ku têkoşîna ji bo azadiyê dê bidome û got: "Em ê şopdarên şehîdên ku ji bo vî gelî û vê axê canê xwe feda kirine, bin. Em ê bi hevgirtina gel û Meclisa Leşkerî ya Minbicê serbikevin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0ThiNXiWRfg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>