​​​​​​​Li rojhilatê Kobanê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li rojhilatê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve dibe.

​​​​​​​Li rojhilatê Kobanê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê
11 hezîran, 2020   08:28
Suzan İraz

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li gundê Xerîb ê li ser xeta sînor dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir. Dewriye ji 8 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat.

Dewriye dê di gundên Xerîb, Eyn Beta, Cîşan, Xerbesan, Bexdik û Xanê re derbas bibe û tê payîn ku di heman gundaran re vegere.

Polîsên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li ser esasê hevpeymana 22’yê Cotmeha 2019`an hate îmzekirin, dewriyeyan bi rê ve dibin.

eh

ANHA