Şêniyên Efrînê: Zeviyên me li ber çavên me dişewitînin û em nikarin tiştekî bikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê ji şewitandina zevî, darên zeytûnan û darên din didomînin.

Şêniyên Efrînê: Zeviyên me li ber çavên me dişewitînin û em nikarin tiştekî bikin
Şêniyên Efrînê: Zeviyên me li ber çavên me dişewitînin û em nikarin tiştekî bikin
Şêniyên Efrînê: Zeviyên me li ber çavên me dişewitînin û em nikarin tiştekî bikin
Şêniyên Efrînê: Zeviyên me li ber çavên me dişewitînin û em nikarin tiştekî bikin
Şêniyên Efrînê: Zeviyên me li ber çavên me dişewitînin û em nikarin tiştekî bikin
Şêniyên Efrînê: Zeviyên me li ber çavên me dişewitînin û em nikarin tiştekî bikin
11 hezîran, 2020   07:20
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Bi destpêka mewsima çinînê li kantona Şehbayê û gundewarên navçeya Şêrawa re, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi sedan hektarên genim û ceh dixin. Zêdetirî 3 hezar darên zeytûnan şewitandin, her wiha gelek darên din li herêmê dişewitînin. Ji ber wê jî barê cotkaran giran bû.

Di vê derbarê de ji rêveberên Komîteya Şewatan û şêniyên  ku zirar ji ber şewatan dîtine, ji ANHA`yê re axivîn.

‘JI SEDÎ 95 SEDEMA ŞEWATAN DEWLETA TIRK A DAGIRKER E’

Ji rêveberên Komîteya Şewatan  Mihemed Ebdo got artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê sedema şewitandina zeviyan li kantona Şehbayê û gundên Şêrawa ne.

Mihemed Ebod wiha axivî: "Di destpêka mewsima çinînê de em 24 saetan di nava seferberiyê de bûn. Erebeyên agirkujiyê û stêrên avê, her wiha traktor ji bo rewşên awarte amade bûn."

‘DAGIRKER KESÊN ŞEWATAN VEDIMIRÎNIN DIKIN HEDEF’

Ebdo wiha domand: "Dema em ber bi şewatên li kantona Şehbayê yan jî yên li navçeya Şêrawa ve diçin, artêşa Tirk a dagirker me bi çekan dike hedef, da ku em şewatan venemirînin. Welatiyê bi navê Silêman Cemîl Îbrahîm dema hewl dida şewata li gundê Kilûtiyê vemrîne, ji aliyê dagirkeran ve bû hedef û şehîd bû."

Di dawiyê de Mihemed Ebdo bang li rêxistinên navneteweyî kir ku heta niha tu destek nedaye wan û zext li dewleta Tirk nekiriye da ku sûcên li dijî mirov û xwezayê bisekinîne.

Welatiyê bi navê Umer Mihemed ê ji gundê Soxanekê ye, diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker ji şewatên bi zeviyan dixe ku sivîlan ji gundewarên wan koçber bike, ji bo sivîl nêzî zeviyên xwe nebin û neçinin.

Tê zanîn ku gundê Soxanekê yê girêdayî Şêrawa 2 km dûrî gundê Kîmar e ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe lê bi cih kiriye.

‘DAGIRKER XWEZAYA EFRÎNÊ XIRA DIKIN’

Umer Mihemed tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelek caran xwezaya Efrînê bi rêye şewitandian daran, tune bike û ev tişt anî ziman: "Li gundê Soxanekê zêdetirî hezar û 500 darên zeytûnan û gelek darên din şewitandin."

Umer Mihemed got berpirsa vê yekê Rûsya ye ku derfet li pêşiya dagirker û komên çete vekir da ku Efrînê dagir bike, sûcan li dijî sivîlan pêk bîne û bi xwezaya Efrînê bilîze.

Ayişe Mamo jî ku ji ber şewatê zirar dîtiye, sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin û tekez kir ku armanca wan ji van sûcan ew e ku zerarê bigihîin sivîlan û wan koçber bikin.

‘EM Ê DI GUNDÊ XWE DE BIN’

Ayişe got nikarin nêzî zeviyên xwe bibin, ji ber ku ji aliyê dagirkeran ve têne topbarankirin. Ayişe pişterast kir ku ew dixwaze di mala xwe de bimîne û her çi qasî bikin jî lê zevî û xaka xwe ji dagirkeran re nehêle.

Li gorî rêrveberên Komîteya Şewatan ku dema mewsima çinînê bi dawî bibe ew ê der barê zerarên ku îsal ji aliyê dewleta Tirk ve gihaştine zeviyên li herêma Efrînê daxuyaniyekê bidin.

bx

ANHA