Li ser sînor masîvanî

Masîvan Egît Îsa kîlometreyekê dûrî dagirkeran  masiyan digire. Hem axa xwe ji dagirkeran diparêze, hem jî masîvaniyê dike.

Li ser sînor masîvanî
Li ser sînor masîvanî
Li ser sînor masîvanî
Li ser sînor masîvanî
Li ser sînor masîvanî
Li ser sînor masîvanî
Li ser sînor masîvanî
11 hezîran, 2020   07:53
EYN ÎSA - CÎHAN BÎLGÎN

Ava ku ji çemê Firat ber bi gundê rojavayê Girê Spî diçe, goleke biçûk çêkiriye. Şêni bi vê avê hem avdaniya erdên xwe dikin hem jî tê de masiyan digrin. Ji ber ku dewleta Tirk avê kêm kiriye, li gundê Xanik ê rojavayê Girê Spî ku kîlometreyek dûrî sînorê Akçakalê ye, goleke biçûk çêkiriye. Şêniyên gund berê xwe didin golê û masîvaniyê dikin. Gelek caran êriş li ser gund pêk tên. Li vî gundî pêkhateyên Ereb û Kurd bi hev re dijîn. Şênî debara xwe bi çandinî, xwedîkirina ajalan û masîvaniyê dikin.

‘MASÎVANÎ KARÊ SEBRÊ YE’

Şêniyê bi navê Egît Îsa ev 17 sal e masîvaniyê dike. Egît di demên xwe yên vala de berê xwe dide gola biçûk. Egîd ji bo debara xwe masiyan digire. Dema ku Egîd masiyan zêde bigire, li cîranên xwe belav dike.

Egîd girêdayî masîvaniyê wiha dibêje: “Ev karê sebrê ye. Mirovek ku bixwaze sebra xwe bipîve, masîvanî jê re wekî ezmûnekê ye. Masîgirtin wextekî mezin dixwaze. Tu kes tenê ji bo masîvaniyê nayê vê golê. Ez têm ser golê û bêhna xwe fireh dikim. Difikirim û pirsgirêkan zûtir çareser dikim. Ez nêzî 10 kg masî digirim. Ev jî rizq e.”

BI HIŞYARÎ KARÊ XWE DIKIN

Dema ku masîvan diçin ser golê, xetereya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heye. Ji ber ku dagirker şêniyên li ser golê dikin hedef.

Egîd got: “Ev 10 sal e ku dewleta Tirk êriş dike. Niha di navbera me û sînorê bakurê Kurdistanê de kîlometreyek heye. Em jiyana xwe berdewam dikin, dewleta Tirk dixwaze bi şerê taybet jiyana me bi her awayî tune bike. Dema em masîvaniyê dikin, em li hember êrişan bi hişyarî tev digerin.”

‘ŞÊWAZA JIYANA ME JI GEFAN RE BERSIV E’

Di van rojên ku rewşa pandemiya Koronavirûsê li cîhanê bûye rojev, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî êrişî herêmê dikin. Egîd got: “Dixwazin me bixin dorpêçê û herêmên nû dagir bikin. Ev hatina me ya masîgirtinê jî bila bibînin ku em ji wan natirsin û ji gefên wan re jî bersiv be. Rûxmî gef û êrişên wan em jiyana xwe berdewam dikin, ji ber ku yên mafdar em in û tu mafê wan yên êrişê tine ye. Dema êriş li ser me çêdibin, em di çeperên herî pêş de cihê xwe digirin. Me hertim wiha kiriye. Dema kar de em karê xwe dikin û dema em vala ne jî jiyana xwe ya normal wekî girtina masiyan berdewam dikin. Em ji aktîvîteyê xwe dûr nakevin.”

ÇARESERÎ YEKITÎ YE

Egîd diyar dike ku tenê çareserî yekitî ye û dibêje: “Dewleta Tirk a dagirker li kîjan perçeyê Kurdistanê gelê Kurd deskeftî bi dest xistibe, dixwaze têkbibe. Ji ber wê êriş li ser perçeyek tenê bê kirin jî bandoriya wê li tevahî Kurdistanê dike. Yek çaresêrî heye, ew jî yekîtiya me ye. Wekî ku pêşiyên me dibêjin ‘Em nebin yek hemê herin yek bi yek’. Ewqas sal li dijî dagirkeriyê me li berxwe da û nikarîbûn me tine bikin. Niha jî nikarin me tine bikin. Dagirkeren wekî dewleta Osmanî, Hitler ku bi nav û deng bûn mafdariyê ew hilweşandin. Em jî wekî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em tu carî serî ji dagirkeriyê re natewînin, xwediyê esas yên vê axê em in.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iDOoeqF-IfU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>