​​​​​​​Li Filistîn û Îsraîlê qurbaniyên nû yên Koronavîrusê

Li Filistîn û Îsraîlê kesên nû bi Koronavîrusê ketin û li Îsraîlê kesekî din jiyana xwe ji dest da. 

​​​​​​​Li Filistîn û Îsraîlê qurbaniyên nû yên Koronavîrusê
10 hezîran, 2020   10:40
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku  di 24 saetên dawîn de bi dehan kes bi Koronavîrusê ketine û kesek jî miriye.

Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ragihand ku li welêt hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine, bû 18 hezar û 268 û rewşa 31 nexweşan xeternak e.

Wezaretê diyar kir ku nexweşeke din ji nava kesên bi Koronavîrusê ketine, miriye û bi wê re jî hejmara miriyan bû 299. Her wiha li Îsraîlê 15 hezar û 168 kes ji nexweşiyê baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê nexweşekî nû li parêzgeha Erîha û Exwar tomar kir, her wiha 6 kes li Quds û Xelîl baş bûne.

Li aliyekî din jî li tevahiya Filistînê 662 kes bi Koronavîrusê ketine, jê 320 li Qudsê û derdora wê ne, 272 li Dîfa û 70 li Xezayê ne. Li gel wê jî 565 kes ji Koronavîrusê baş bûne.