Meclisa Îsraîlê dê plana serwerkirina Dîfa El-Xerbiye nîqaş bike

Komîteya Ewlehiyê ya Knesseta Îsraîlê dê nîqaşên der barê serweriya Îsraîlê ya parçeyên Dîfa El-Xerbiye de nîqaş bike, di heman demê de hikumeta Îsraîlê duh qanûna çareseriyê ya ku rewabûna bicihkirina Cihûyan li Dîfa El-Xerbiye dike, da sekinandin.

Meclisa Îsraîlê dê plana serwerkirina Dîfa El-Xerbiye nîqaş bike
10 hezîran, 2020   10:31
XEZA

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihand ku Komîteya Ewlehiyê ya Knessetê ya Îsraîlê diyar kir ku ji bo nîqaşkirina ferzkirina seweriya Îsraîlê li ser niştecihan, Exwar û parçeyên Dîfa El-Xerbiye, her wiha da ku li hêviya dema tedbîran ku serokê hikumetê Binyamîn Netenyahu wek 1’ê Tîrmeha diyar kiriye nemînin, ew ê di rojên pêş de nîqaşên amadekariyê li dar bixin.

Kanala Kan a Îsraîlê bi bîr xist ku serokê komîteyê Zvi Hauser di nava diyalogên girtî de behsa planên rojên pêş kiriye, nexasim ji bo komîteyên nesereke yên komîteyê ku dê behsa faktorên cuda bike ku ji bo van gavan hatiye avakirin.

Her wiha dê der barê îdia û şopên cuda yên pêkanîna serweriya li hemû parçeyên Dîfa El-Xerbiye, niştecih û Exwaran de nîqaşan bi pêş bixin.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, naveroka peymana koalîsyona hikumetê ne pêkan e ku serweriya li plana Trump a beriya destpêka Hezîranê pêk bê. Lê Knesset li gorî vê peymanê tev nagere û ew serbixwe ye û kengî bixwaze ew ê nîqaşa dozê bike.

Duh hikumeta bilind a Îsraîlê qanûna lihevkirinê ya ku bicihbûna li Dîfa El-Xerbiyê rewa dike, betal kir.

Kanala 13`an a Îsraîlê îro da zanîn ku hikumeta bilind "qanûna çareseriyê" a ku rewabûnê dide avakirin a li ser xaka Filistînê bi taybet û baregehên li Dîfa El-Xerbiye vala bikin, betal kir.

Li gorî kanalê, 8 dadgeran biryar erê kiriye û dadgerekî jî biryar red kir.

(eh)

ANHA