Meclisa Hecînê civînek bi meclisên herêmê re li dar xist

Meclisa Gel a Hecînê civîneke berfirah bi rêveberên meclis û şaredariyan re li dar xist da ku pirsgirêk û astengiyên ku herêm tê re derbas dibe, çareser bikin.

Meclisa Hecînê civînek bi meclisên herêmê re li dar xist
Meclisa Hecînê civînek bi meclisên herêmê re li dar xist
Meclisa Hecînê civînek bi meclisên herêmê re li dar xist
10 hezîran, 2020   10:58
HECÎN

Hevserokên hemû meclisên herêmî û şaredariyan ên Hecînê heta bi Baxozê ya li ser sînorê Iraqê di civînê de amade bûn. Civîn li avahiya Meclisa Gel a bajarokê Hecînê li dar ket.

Piştî rêzgirtinê, beşdaran pirsgirêk û astengiyên li pêş xebata komîteyan, rêbaza başkirina mekanîzmaya kar û dîtina çareyên guncaw nîqaş kirin da ku rewşa xizmetguzariya li herêmê bi pêş bixin.

Di civînê de beşdaran çareserkirna pirsgirêka firinan, kêmbûna ard û dabînkirina sotemenî hatin nîqaşkirin. Her wiha di civînê de jî behsa avakirina kooperatîfan hat kirin ku piştevaniya şêniyan bikin.

Civîn bi van biryaran bi dawî bû; avakirina komîteya çavdêriya aş û firinan, çavdêriya buhayên nan, ardê ku ji firinan re tê pêşkêşkirin, muxalefetkirina aşxane yan jî xwediyên firinan ku li gorî mercên diyarkirî bi bacên darayî, her wiha çavdêriya li buhayên sûk û dikanên bazirganiyê da ku keysbazî û derfetgirtina bazirganan sînordar bikin.

ANHA