Artêşa Lîbyayê li Sirtê şaneyek girt

Roja Çarşemê, Artêşa Lîbyayê 50 kes ji şaneyek ku dixwestin Artêşa Lîbyayê dorpêç bikin di bajarê Sirtê de, girtin.

Artêşa Lîbyayê li Sirtê şaneyek girt
10 hezîran, 2020   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hin çavkaniyan diyar kirin ku şane  ji 50 kesan pêk dihat û bi serweriya Al-Siddiq Bin Saud ya ku beriya bajarê Sirtê ji aliyê Hikumetê Wefaqê weke rêveberê ewlehiya Sirtê hatibû erkdarkirin.

Çavkaniyan piştrast kir ku şaneyê xwe ji êrişekê li ser xetên paşîn  yên Artêşa Lîbyayê di eniyên şer yên Sirtê de amade dikirin

çavkaniyan eşkera kirin ku bi şaneyê re çekên pêşketî û alavên wireless ên ku bi pêlên hikûmeta Wefaqê û çeteyên dewleta ve girêdayî ne, dîtin.

ANHA