El-Xenoşî hewl dide Tunisê ber bi aliyê Îxwana Lîbyayê ve bibe

Serokê parlamentoya Tunisê Raşîd El-Xenoşî hewl dide welatê xwe bide kêleka hikumeta Wîfaq a Lîbyayê ya bi serkêşiya Fayiz El-Sîrac û peywirên xwe wek serokê parlamentoyê binpê dike.

El-Xenoşî hewl dide Tunisê ber bi aliyê Îxwana Lîbyayê ve bibe
10 hezîran, 2020   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN-UMER MÛSA

Di dawiyê meha borî de, serokê parlamentoya Tunisê Raşîd El-Xenoşî, der barê serweriya li baregeha El-Wetiyê ya leşkerî ya li nêzî sînorê Tunisê de spasiya serokê hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fayiz El-Sîrac kir, lê spasiyên El-Xenoşî ji El-Sîrac re li Tunisê bi aramî derbas nebûn û pêleke rexne û xwepêşdan li dijî wan reftaran çêkir. Bi wê re  4 blokên parlamentoya Tunisê daxuyaniyek der barê destwerdana Raşîd El-Xenoşî li siyaseta derve û derbaskirina welat li nava nakokiyên herêmê de da.

Li gorî çavdêran daxuyaniya 4 blokên parlamentoyê tund bû, ew 4 blok wiha ne; Qelb Tunis, Îslah, Tehya Tunsi û Musteqbel.

Xwepêşandana Tunisê ya hundirîn a bi bangên ji blokên parlamentoyê ya lêpirsîna El-Xenoşî li gorî du hêmanên sereke pêk hatin; ya yekê, El-Xenoşî peywirên serok Qeys Seîd derbas kirin, ew jî bi pêkanaîna diyalogên ku Tunis xiste nava nîqaşên siyasî ku nakeve berjewendiyên welat.

Her wiha li gorî çavdêran, daxuyaniyê bandor li têkiliya Seîd û El-Xenoşî jî kir ku rewşeke nakokî di navbera El-Xenoşî û Seîd de çêkir. Ew jî ji ber gavên serokê tevgera Nehda ye.

Têkiliya El-Xenoşî di kûrahiya wê de, nîşaneya girêdayîna kûr di navbera aliyê Îxwan El-Muslimîn de diyar dike, ew jî rêxistina ku ji malzaroka wê tevgera Nehda û serokê wê yê parlamentoya Tunisê Raşîd El-Xenoşî welidiye, her wiha girêdana wî bi dewleta Tirk re xurt e.

Helwesta El-Xenoşî, pêşandanek ji jînenîgariya wî re û çêkirina wî ya siyasî ye, bi wê re jî kûrbûna nîşaneyên derbaskirina peywirên wî û hewldana xistina Tunisê nava lîstokên herêmî bi ajotina ji Tirkiyê û Qeterê, aşkera dibin.

RAŞÎD EL-XENOŞÎ... BASKÊ KOMA ÎXWAN EL-MUSLIMÎN Ê DIRÊJ LI TUNISÊ

Serokê tevgera Nehda Raşîd El-Xenoşî bi navê rastîn Raşîd El-Xerîcî di 22’yê Hezîrana 1941’an de li bajarê Hame yê wîlayeta Qabis a Tunisê ji dayik bûye. Li welatê xwe xwendina xwe kiriye, piştre di 1964’an çû Misir û Sûriyê. Her wiha di 1968’an de destûrnameya felsefeyê ji Zanîngeha Şamê wergirtiye. Dûvre çû Parîsê û demeke kin li wir ma, di dawiya salên 60’î de vegerî Tunisê û li dibistana amadehî ya paytexta Tunisê mamostetî kir.

Bi fikra îslamîst bandor bûye, her wiha dema vegera wî li welat de, rewşa wê piştî vegerê bi hegamonya ilmanî wesif kir, her wiha di jînenîgariya xwe de metoda ilmanî ya ku serok Hebîb Borqîbe bi kar aniye, destnîşan kiriye.

Di 1972’yan de bi hevalên xwe re "Koma Îslamî" damezurandiye, piştre di 1981’an de navê wê kir "tevgera Itîca ya Îslamî" û dûre navê wê di 1989’an de kir Nehda.

Tevgerê hewl da civakê bi rengê îslamiyeta tundraw boyax bike, ew jî bi rêyên cuda mîna waneyên hişyarî, xelekên li mizgeftan, zêdekirina semîneran li peymangehên amadehî û zanîngehan pêk hat.

Piştî demeke kin, çalakiyên El-Xenoşî bûn cihê fikarên desthilatên di dema hikmê Hebîb Borqîba de. Her wiha bi afirandina tevliheviyan hat tawanbarkirin, di dawiya 1981’an de 11 sal hikum lê hat birîn, 3 salan di girtîgehê de ma û piştre hat berdan. Dûre dîsa hat girtin û hikmê karên dijwar û muebed di 1987’an de lê hat birîn.

Di salên 80’yî û 90’yî de ev dem dema serdegirtina ewlehî û girtina endamên tevgerê bû. Ji ber karên xwe yên bangewaziyê yên nepenî çalak dikirin, kiryarên şewat û teqînê li dijî navendên cihêreng ên li Tunisê pêk dianîn.

Piştî Zên El-Abidîn Bin Elî di 1987’an de hat ser desthilatê, efû di Gulana 1988’an de derxist. Bi wê re jî hevrikiya tevgerê bi desthilatan re piştî wergirtina tevgera Nehda nêzî ji sedî 17 dengan di hilbijartinên 1989’an de, dest pê kir.

Di dawiya heman salê de piştî dadgeha leşkerî ya Tunisê tevî rêveberên îslamî yên dîtir hikmê muebed bi tawana derbeyê li dijî serokê dewletê lê birîn, Raşîd El-Xenoşî ji Tunisê derket û çû Cezaîrê, piştre di 1991’an de derbasî Londonê bû. El-Xenoşî di 30’yê Çileya 2011’an de piştî şoreşê û reva serok Bîn Elî ya ber bi Erebistana Siûdî ve, vegerî Tunisê.

Piştî şoreşa Tunisê, tevgera Nehda kirasekî nû di aliyê siyasî de li xwe kir. Lê belê bi binyada xwe ya koma Îxwan El-Muslimîn a misirî ve girêdayî ma. Her wiha tevgerê hewl da tev li civakê bibe, xwe wek qalibekî wekhev ku dişibe AKP’yê ya li Tirkiyê, pêşkêş bike.

Tevgerê, hikûmeta Tûnisê ku navê hikûmeta "El-Tirwîka"  ji sala 2011 heta 2014`an lê kir, bi rê ve bir. Lê ew rastî aloziyeke hişk ji ber kuştina parêzerê muxalif Şukrî Bilîd di 6`ê Sibata 2013`an de hat. Ji ber wê jî Hemadî El-Cibalî (sekretê berê yê tevgera Nehda) hişt ku ji serokatiya hikûmetê istîfa bike û li şûna wî rêveber Elî El-Erîd hat erkdarkirin. Paşê alozî ji ber kuştina cîgirê parlamentoyê yê muxalif ê îslamî Mihemed El-Berahimî di 25`ê Tîrmeha 2013`an gurtir bû. Ev yek piştî ku îslamî ji ber her du bûyerên kuştinê hatin tawanbarkirin, pêk hat. Paşê hikûmeta El-Tirwîka neçar ma ku di destpêka 2014`an de ji bo faydeyên hikûmeta serbixwe dev ji serokatiyê berde.

Li Tunisê li tevgera Nehda tê nihêrandin ku destê rêxistina Îxwan El-Muslimîn  li welêt e. Bi taybet piştî di aliyê serweriyê de xurt bû. Opozisyon berpirsiyariya xurtbûna Şepêla El-Selefiye ya Cîhadî li Tunisê dike ser milê Raşîd El-Xenoşî.

Tevî helwdanên tevgerê ku girêdanên bi koma Îxwan El-Muslimîn re di aliyê çapemenî de kêm bike jî,  lê ew di vê yekê de bin ket. Pîrozbahiya Raşîd El-Xenoşî ku gumanên tevlîheviya hundirîn li ser heye ji hikûmeta Wîfaq re ku baregeha El-Wetiya bixe bin serweriya xwe, pîrozbahiyeke di nava xwe de sekna Tunisê li aliyê Qeter, Tirkiyê û rola her duyan di aloziyê Lîbyayê de, zelel dike.

EL-XENOŞÎ TUNISÊ KEYSBAZ DIKE KU SERWERIYA TIRKIYÊ Û QETERÊ LI SER LÎBYAYÊ XURT BIKE

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Tunisî Fadil El-Teyaşî di axaftina xwe de got di demên borî de li Tunisê gelek geşedanên siyasî rû dan. Ji wan rexneyan jî, rexne li serokê tevgera Nehda û serokê parlementoyê Raşîd El-Xenoşî ji ber tevgerên wî yên di siyaseta derve de hatin kirin.

El-Teyaşî wiha got: "Tewanên li El-Xenoşî yên bi hewldana destwerdana dîplomatîk li derve de hatine kirin, di koka xwe de ji peywirên serokkomar in."

Her wiha destnîşan kir ku serokê tevgera Nehda Raşîd El-Xenoşî di demên dawîn de ji aliyê hindek partiyan ve rastî tewanan tê ku ew li pey aliyên derve ye û ji wan aliyan Qeter – Tirkiyê ji ber têkiliyên wî bi doza Lîbyayê re."

Li gorî El-Teyaşî, ev yek piştî pêywendî û serdanên ku yan bi serokê hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Serac re yan jî bi serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re pêk anîne.

El-Teyaşî wiha pê de çû: "El-Xenoşî dibêje ku ew li gorî tişta ji  rewabûna navnetewî fêr bûye ku itîrafê bi hkûmeta Wîfaq a Lîbyayê dike, dixebite. Gelek şopdar û siyasetmedarên li Tunisê dibînin ku Tunis divê der barê dosyaya Lîbyayê de di helwesteke yekalî de be, ji ber rewşa şer girêdayî her du aliyên lîbyayî de ye."

Li gorî El-Teyaşî, El-Xenoşî rastî tewanên destwerdanên karên derve tê û ev yek ne berpirsiyariya wî ye. Li gorî destûra Tunisê siyaseta derve, karên dîplomatîk û helwesta Tunisê ji hin pirsgirêkên derve ji karê serokkomar e û piştre jî bi raydeyek e kêm karê serokê hikumetê û wezîrê karên derve ye.

Anku tişta ku serokê parlementoyê di demên dawîn de kir gelek kesan got ne li gorî destûrê ye. Lê belê El-Xenoşî hewl dide vê yekê îzah bike û dixe nava "Diplomatîka parlemento" ku hin dewlet pê didin û distînin.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê tunisî bal kişand ser ku mijara El-Xenoşî hişt ku rûniştineke giştî li parlaman çêbibe û ji Partiya Destûrî ya Azad xwest ku têkildarî dîplomasiya derve û têkildarî asta karîna parlamentoyê destwerdanê bike, her wiha der barê helwesta wî ji doza Lîbyayê û alîgiriya aliyekî de bikeve lêpirsînê, ev jî dihêle dewleta Tunisê şaş bibe û xizmeta berjewendiyên aliyekî din bike.

Partiya Destûrî ya Azad der barê vê yekê de lîsteyek pêşkêş kir û di kombûna giştî ya li parlamentoyê de dengdayîn çêkir, lê li gorî dihat xwestin deng negirt,  xala balkêş a di vir de jî ew e ku partiyên hevkarên îtîlafa hikumetê ne û tevgera Gel-Yehya Tunis û Îslah El-Wetenî serkêşiya wê dike, dengê xwe dan lîsteyê, vê yekê jî hişt ku Nehda li dijî van partiyan derkeve û daxwaza guhartina îtîlafa hikumetê bike. Tê zanîn ku îtîlafa hikumetê beriya çend mehan hate avakirin û partiyên navborî ji îtîlafê bi dûr xistin.

Lewma îtîlafa hikumetê îro bi gefa "teqînê" re rû bi rû dimîne, bêguman ev jî bandorê li rewşa welat dike û careke din dê ewlehiya siyasî têk bibe.

El-Teyaşî der barê gef û gumanên gendeliyê û malên El-Xenoşî de gumanbar e û wiha anî ziman: "Hin aliyan daxwaza vekirina dosya mal û milkên serokê parlamantoyê kir û tevgera Nehda bersiva vê yekê da û têkildarî mal û milkên El-Xenoşî hin xal zelal kirin û got bendewar bin ew ê rojên pêş hin tiştan zelal bike."

El-Teyaşî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tevî van xalan di van rojan de têkildarî geşedanên siyasî  yên têkiliya wan bi hevgirtina îtîlafa hikumetê ku hikumeta Ilyas El-Fixfax serkêşiya wê dike, têkiliya wê bi parlamantoyê heye û Raşîd El-Xenoşî sekêşiya wê dike û ji hin aliyan daxwaze rakirina parlamentoyê û dubarekirina hilbijartinan dike, her wiha  ji hin aliyên din jî daxwaza rakirina El-Xenoşî ji serokatiya dike, heye hin pirs derdikevin holê. Her wiha çavdêr behsa asta bandora wê li rewşa hundirîn a tevgera Nehda dikin, ji ber hin kesên di nava tevgerê de qala parçebûnê dikirin û digotin ka gelo wê Raşîd El-Xenoşî li ser hikum bimîne yan na?"

Hin çavdêrên din jî texmîn kir ku dewleta Tirk û Qeter dixwazin bi rêya têkiliyên xwe yên bi Raşîd El-Xenoşî re sûdê ji erkdariya El-Xenoşî bibînin û Tunisê jî bikin korîdor û stasyona ewlehiya leşkerî û hin xalên din ên wekî di şerê li dijî Xelîfe Hefter de piştgiriya serokê hikumeta Wîfaqê bike.

Lê ji ber îdîayên li dijî Tunisê û Tunisê jî dixwaze pirsgirêka rûbrûbûnên siyasî derbas bike, zêde ji biserketina vê planê ne bi hêvî ne. 

(ekîb)

ANHA