​​​​​​​Herêmên dagirkirî li hember dagirkeriya Tirk serî hildidin.. Gelo ev çirûska şoreşê ye?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ser şêniyên herêmên dagirkirî sûcên şer didomînin. Ji ber wê nerazîbûnek gelêrî li wan herêman çêbûye. Gelo ev nerazîbûn wê veguherin şoreşek gelêrî ku dagirkeriyê biqewîtîn e?

​​​​​​​Herêmên dagirkirî li hember dagirkeriya Tirk serî hildidin.. Gelo ev çirûska şoreşê ye?
9 hezîran, 2020   01:39
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Dewleta Tirk a dagirker, li gel bêdengiya navdewletî ji 2016`an ve demografiya herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine diguherîne. Şêniyên resen derdixe û malbatên çeteyan lê bicih dike. Ruxmî ku di gelek rapor û sejmariyên saziyên hiqûqî yên cîhanê de siyaset û armancên Tirkiyê û rastiya sûcên wê eşkere dikin.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ KOÇBERKIRINA BI ZORA ÇEK Û BICIHKIRINA MALBATÊN ÇETEYAN

Li Cerablus, Ezaz û Babê bi hezaran sivîl hatin koçberkirin, bi taybet pêkhateya Kurd û Erebên ku siyasetên Tirkiyê qebûl nekirin. Meclisa kantona Şehbayê destnîşan kir ku Tirkiyê li Cerablus, El-Raî û Babê zêdetirî 230 gund dagir kirin, zêdetirî 52 gund bi temamî wêran kirin û şêniyên wê dan koçberkirin.

Her wiha çeteyên Tirkiyê li Efrînê yê ku di 18`ê Adara 2018`an de dagir kirbû,  sûcên şer ji kuştin, revandin, wêrankirina herêmê pêk anîn û zêdetirî 300 hezar sivîl bi zora çek û îşkenceyê dan koçberkirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê çeteyan li şûna şêniyên resen,  bi hezaran malbatên çeteyan ên ku ji Xûta, Hims, Heleb, Hema û Idlibê koçber bûn tevî 500 malbatên filistînî bi cih kirin.

Bajarên Girê Spî û Serêkaniyê para xwe ji sûcên Tirkiyê girtin. Artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de her du bajar dagir kir û zêdetirî 250 hezar şêniyên resen da koçberkirin. Rewşa her du bajaran ji Efrînê ne cuda ye, dagirkeriya Tirk zêdetirî 2 hezar û 500 malbatên çeteyan li Serêkaniyê û zêdetirî hezar û 500 malbat li Girê Spî bi cih kirin.

ÊRIŞÊN CINSÎ, REVANDIN Û KUŞTIN… EV REWŞA JINAN LI HERÊMÊN DAGIKIRÎ YE

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên şer li dijî jinan li herêmên dagirkirî; Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  zêdetirî hezar û 564 jin  rastî cureyên cuda yên tundiyê hatine ji kuştin, revandin, êrişên cinsî û tundiya bedenî. Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef jî yek ji qurbaniyên sûcên çeteyên Tirkiyê ye.

ÇETEYÊN SÛRÎ JI BO KU PROJEYA OSMANÎ DIŞÎNIN LÎBYAYÊ

Guhertina demografiya herêmên dagirkirî û pêkanîna sûcên şer çavê dewleta dagirker têr nekir, heman demê de ciwanên sûrî di şerên xwe de bikar anî, da ku projeya xwe ya Osmanî pêk bîne. Li gel bikaranîna penaberên sûrî wek kaxizek zextê li dijî civaka navdewletî Tirkiyê bi hezaran çeteyên Sûriyê şandin Lîbyayê da ku li rex hêzên Wîfaq şer bikin û timayên Osmanî di jêderên enerjiyê de pêk bînin.

Li gorî rapora SOHR a ku di 2`yê Hazîranê de belav kiriye, Tirkiyê heta niha 11 hezar û 600 çeteyên sûrî şandine Lîbyayê. Di nav de zêdetirî 200 çete zarok in. Heta niha, di şerên bi hêzên Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê re 356 çete hatine kuştin.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ XWEPÊŞENDAN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK LI DAR DIKEVIN

Ji ber sûcên Tirkiyê nerazîbûnek li herêmên dagirkirî de çêbûye. Ji ber wê bi dehan xwepêşendanên ku banga derketina dagirkeriyê dikin lidar ketin. Herî dawî di 5`ê Hazîranê de li bajarê Girê Spî bû.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi wêne û dîmen êrişa şêniyan bi keviran li dijî tankên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li ber deriyê sînor ê Girê Spî û çawa şêniyan dirûşmeyên derketina dagirkera Tirk ji Girê Sûriyê, serbestberdana revandiyan û `Sûriyê azad e û Tirkiyê derkeve derve` berz kirin, belge kirin.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BI AWAYEKÎ LEŞKERÎ TÊN BIRÊVE BIRIN

Akademisyan û lêkolînerê siyasî ya Sûrî Dr.Îbrahîm Muslim behsa sûcên Tirkiyê kir û got: "Ji aliyê siyasî ve, ev herêmên dagirkirî ne aram in. Ji ber ku bi awayekî leşkerî tên birêvebirin. Meclisên ku hatine avakirin jî nikarîn herêmê birêve bibin. Xwepêşandanên li Girê Spî derktine mînaka wê ya herî berbiçav e. Her wiha li Idlibê jî dem demê xwepêşedanên lidar dikevin. Xwepêşendan banga derketina dagirkeran dikin."

HERÊMÊN SÛCÊN ŞER

Muslim destnîşan kir ku piraniya rêxisitnên hiqûqî yên herêmî û navdewletî di raporên xwe de herêmên dagirker wek herêmên binpêkirin û sûcên şer çi ji hêla leşkerên Tirk an jî komên cihadî yên alîgirên Tirkiyê ve, dihesbînin.

Dr. Îbrahîm Muslim diyar kir ku li wan herêman gelek pirsgirêk hene. Li ser asta jiyanî cudahbûnek di navbera alîgirên Tirkiyê û çînên civakê de hene. Ji ber ku komên çeteyan milkên sivîlan talan dikin û zeviyên wan dişewitînin.

ERDOGAN GELÊ SÛRIYÊ BI HER ŞÊWEYÎ BIKAR TÎNE

Muslim got: “Erdogan kaxiza gelê Sûriyê di tevahiya waran de bikar tîne. Carekê wek kaxizek zextê li dijî Ewropa û careke din kaxizek siyasî bi kar tîne da ku mudexeleya Sûriyê bike. Niha jî çeteyên Sûriyê di şerê xwe de li Lîbyayê û dewletên din bikar tîne. Bûyerên ku îro ên ku rû didin, hemleyên `Seferberlik` tînin bîra me. Dema împeratoriya osmanî ciwanên Sûriyê û dewletên din sewq dikirin û di şerên xwe de bi kar dianîn. Niha dîrok xwe dubare dike."

ALÎGIRÊN ERDOGAN NEHEQIYÊ LI  GELÊ SÛRIYÊ Û TÊKILIYAN WAN BI BIRAYÊN XWE YÊN EREB RE DIKIN

Akademîsyen û lêkolînerê siyasî yê sûrî Dr.Îbrahîm Muslim bal kişand ku sûcên Tirkiyê dê bi awayekî neyînî bandorê li pêşeroja têkiliyên gelê Sûriyê bi birayên xwe yên Ereb re li Lîbya, Yemenê û welatên din bike. Bi taybet ji ber ku opozîsyona ku Erdogan desteka wê dike, piştgiriya vê yekê dike. Sankî şerê wê ne li dijî rejîma Sûriyê ye lê belê li dijî dewletên ku Tirkiyê dijberî xwe dihesbîne ye. Muslim hesiband ku ev nebaşiyek li dijî gelê Sûriyê ye bi taybet li gel ku dîmenên talankirina bajarên Lîbyayê li ser enternetê belav dibin.

ŞÊNÎ KETIN FERQA XETERIYA DAGIRKERIYÊ Û PARÇEKIRINA TEVNA SÛRÎ

Girêdayî xwepêşendanên ku li herêmên dagirkirî li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar dikevin Muslim got: "Erê rast e şêniyên wan herêman ketin ferqa xeteriya dagirkeriyê û parçekirina tevna Sûriyê. Ji ber ku ji Hezîrana 2015`an de piştî ku ji rêxistina DAIŞ`ê rizgar bû, di nav ewlehiyê de bû û şênî li ser bingeha jiyana hevpar dijiyan. Lê niha bi çavên xwe sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan dîtin. Mijara şandina ciwanên herêmê ji Lîbyayê re nefreta wan ji dagirkeriyê re zêde kir. Ji ber wê li hember dagirkeriyê, çeteyên wê û meclisa ku ava kiriye, serî hildidin."

HIKUMETA SÛRIYÊ ŞIRÎKÊ TIRKIYÊ YE

Muslim di nav gotinên xwe de behsa bêdengiya hikumeta Sûriyê li hember sûcên arêtşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî kir û got: "Hikumeta Sûriyê hikumetek şikêbar e. Ew di radestkirina hinek herêman ji Tirkiyê re şirîk e. Ez behsa Efrînê dikim. Ji berjewendiya wê ye ku Hêzên Sûriya Demokratîk zaîf bibe û tecrubeya Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binkeve. Dibe ku dagirkera Tirk ev daxwaza wê pêk tîne." 

DIVÊ DEWLETÊN EREB LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ JI VÊ ÇALAKTIR BIN

Muslim îşaretpê kir ku piraniya dewletên Ereb desteka Hêzên Sûriya Demokratîk dikin heta ku li ser asta manewî be. Lê hinek hikumetên Ereb bi taybet ên ixwanî piştgiriya arêtşa Tirk a dagirker dikin û wiha pê de çû: “Divê dewletên Ereb mîna Misir, Siûdî Arabistan, Îmarat û Urdinê bi awayekî çalaktir rola xwe li dijî dagirkeriyê bilîzin. Ji ber ku dagirkeriya Tirk ne tenê bakurê Sûriyê dike hedef, heman demê de welatên Ereban ên din jî  dike hedef, Lîbya û Yemen mînaka herî ber bi çav e.”

Di dawiyê de akademîsyan û lêkolînerê siyasî yê sûrî Dr.Îbrahîm Muslim rola ragihandinê di eşkerekirina sûcên Tirkiyê destnîşan kir û got: "Hinek kêmasî ji ragihandina Ereb û cîhanê ji bo eşkerekirina sûcên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Sûriyê heye. Dibe ku pandemiya Koronavîrusê yek ji sedemê wê be. Ji ber ku dazgehên ragihandinê di vê demê de girîngî didin nûçeyên girêdayî vê pandemiyê. Lê li beramberî wê hejmarek kanalên telefizyonê yên Kendava Ereban, Misir û Lubnanê û rojnameya Ereb û navdewletî jî rolek kêm di eşkerekirina sûcên Tirkiyê û çeteyên wê de lîstin."

(şx)

ANHA