Hemdan El-Ebid: Rêveberiya Xweser hewl dide ku Tirkiyê bide darizandin

Hemdan El-Ebid got: “Dewleta Tirk li herêmê sûcên dermirovî dike. Rêveberiya Xweser xebatên doplomasî dimeşîne da ku civaka navadewletî neçar bikin ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze.”

Hemdan El-Ebid: Rêveberiya Xweser hewl dide ku Tirkiyê bide darizandin
9 hezîran, 2020   03:36
REQA – EHMED EL-KEMYAN

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di hevdîtineke bi ANHA‘yê re qala binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê kir.

El- Ebid di destpêka axaftina xwe de got: “Tirkiyê ji destpêka ku Efrînê dagir kiriye ve, parastina ewlehiya xwe ya netewî dike hincet. Sîfeta artêşa Sûriyê dide çeteyan û îdika dike ku artêş ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê û guhertina sîstema hikumetê hatiye. Ji destpê ve desteka Tirkiyê ya bi çeteyan re eşkere bû, armanca wê berjewendiyên wê ye.

Armanca dewleta Tirk a  destwerdana li  Sûriyê; pêkanîna guhertina demografî ya bi rêya qetilkirin, koçberkirin, wêrankirina binsaziya herêmê, rakirina şopên dêran, guhertina navên dibistan û kolanan bi navên Tirkî û blindkirina ala dewleta Tirk li herêmên dagirkirî ye."

El-Ebid diyar kir ku Tirkiye bi rêya şewitandina zeviyan û qutkirina avê,  dixwaze herêmê xizan bike û şêniyan birçî bike û projeya demokratîk a herêmê têk bibe.

El-Ebid axaftinên xwe wiha domand: "Tirkiye dewletek dagirker e. Bi rêya sûcên xwe tevahiya nirx, rêgez û pîvanên exlqaî, mirovî û olî derbas kirin. Bi taybet sûcên wê yên li dijî jinên  Efînê. Revandin û qetilkirina jina ciwan Melek  û avêtina cenazeyê wê, mînakek ji van sûcan re ye."

El-Ebid wiha pê de çû: "Sûcên Tirkiyê li ber çav û guhên cîhanê çêbûn. Rêveberiya Xweser giliyên xwe ji NY, civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan re û ji piraniya hikumetên cîhanê re li gel delîl û şahidan pêşkêş kir. Da ku Tirkiye dev ji sûcên xwe yên li ser  şêniynên herêmê berde."

El-Ebid îşaretpê kir ku Rûsya û DYA li herêmê ne û ji nêz ve sûcên Tirkiyê yên li dijî gelê Sûriyê dibînin, lê dîsa jî bêdeng in.

El-Ebid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li hember van sûcan bêdeng namîne û dê li ser tevahiya astan hewl bide Tirkiye ji ber sûcên ku kirine û dike were darizandin.

El-Ebid  got: "Bertekên li ser rastiya giliyên Rêveberiyê erênî ne. Tevî wê jî ji ber têkiliyên dewletên mezin bi Tirkiyê re di piratîkê de tiştek tune ye."

El- Ebid di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiya Xweser wê xebatên xwe bidomîne, heta k Tirkiye li gorî pîvanên qanûna navdewletî were darizandin. Heta ku zilm bi dawî bibe û dagirkerî ji axa Sûriyê were derxistin. Em bang li tevahî cîhanê dikin ku bilivin û qetilkirina gelê Sûriyê rawestînin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t43bSXRH97o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>