Jinên Reqayê: Em hemû Leyal Guven in

Bi sedan jinên li bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi parlamantera HDP‘ê Leyla Guven re anîn ziman a ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve hatiye girtin. Jinan bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo serbestberdana girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de bikeve tevgerê.

Jinên Reqayê: Em hemû Leyal Guven in
8 hezîran, 2020   19:38
REQA

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan, li qada Agirkujiyê ya naverasta bajar ji aliyê enadma Rêveber a Komîteya Jinê Fehîma El-Ehmed ve hate xwendin.

Fehîma got: "Bi navê jinên Reqayê em girtina çalakvanên siyasî yên aştiyane şeremzar dikin. Girtiyan  çek ranekrine, lê nêrînên xwe anîn ziman û fikarên xwe pêşkêş kirin. Tirkiyê ev yek wekî sûc kir hincet da ku siyasên xwe yên hovane pêk bîne û wan bigire. Armanca desthilatê ji vê yekê ew e ku şerê fikarê wan bike û meşeleya azadî, biratiya gelan a ku kesên girtîn pê bang dikin vemirînin."

Fehîma bal kişand ser sûcê qetilkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef û got: "Hevrîn yasmîna aştiyê bû, banga azadî, biratiya gelan û belavkirina rihê aştî û berxwedanê di nava gelan de dikir. Leyla Guven jî mîna wî bi greva birçîbûnê li hemberî Erdoganê dîktator û siyastên wê zor têkoşiya û piransîp û fikarên xwe yên rizgarkiriyê parast. Leyla ji Erdogan ê dîktaor û tevahî cîhanê re îsbat kir ku îradeya wê û ya hevalên wî ji siyastên cewistandinê bi hêztir e."

Fehîma girtina têkoşer Leyal Guven û hevalên wî şermezar kir û got, ev sûc wekî tolhildana ji rola jin a pêşeng e a ku li Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê teror şikand.

Fehîma Ehmed bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî zêdegeavê û sûcê rejîma Eredogan bikevin tevgerê û girtiyên azadiyê berdin û got: "Bi girtîgehên wê em bi hêz dibin. Em hemû Leyal Guven û hevalên wê ne, bijî berxwedana jina azad û bi bexwedana xwe em ê li hemberî desthildaran biser bikevin. "

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LawxbRsC86U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>