Rojeva rojnameyên erebî – 8 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa Sûriyê û zêdebûna pêketinên Koronavîrusê nivîsîn, her wiha rewşa li Lîbya û Tirkiyê jî di rojevê de bû.

Rojeva rojnameyên erebî – 8 Hezîran
8 hezîran, 2020   06:56
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: PIŞT0Î KU 16 KES BI KORONAVÎRUSÊ KETIN BAJAROKEKÎ ŞAMÊ XISTIN KARANTÎNAYÊ

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn. Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê roja yekşemê ragihand ku 16 kes bi koronayê ketine û bajarokê wan yê bakurê Şamê kete karantînayê.

Wezaretê bi daxuyaniykê da zanîn ku "16 kesên din bi Koronayê ketin, li bajarokê Ras El-Merea yê gundewarên Şamê ku têkilî hin nexweşan bûbûn, bi vî awayî hejmara kesên bi koronayê ketina li Sûriyê gihaşte 141 kesan."

Wezaretê diyar kir ku kesên tûşî vîrusê bûne, têkilî bi şofêrekî bi vîrusê ketiye û li ser xeta Sûriyê-Urdun dixebite kirine. Bajarokê Ras El-Merea yê Şamê jî xistine karantînayê da ku vîrus belav nebe.

Bajarokê Ras El-Merea cihê sêyem e li Sûriyê ku dikeve karantînayê, piştî bajarê Seyide Zeyneb û bajarokê Minîn ên gundewarên Şamê.

Li Sûriyê heta niha 141 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 58 kes baş bûn 6 kes jî mirin.

EL-EREB: TIRKIYE LI LÎBYAYÊ RIKEBERIYA XETÊN SOR ÊN RÛSYAYÊ DIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnamevana Tûnisê Muna Elherûqî di gotarekê de ku di rojnameya El-Ereb de hatiye weşandin, got: "Wezîrê karên derve yê qaşo "hikûmeta Wîfaqê" Fethî Başaga ku wek alîgirê rêxistina Îxwan El-Muslimîn tê nasîn, guh neda daxwazên navdewletî yên agirbestê. Ev dide nîşan ku Tirkiye ta niha nameya Rûsyayê fêm nekiriye, dema ku artêşa Lîbyayê êrişa milîsan li dijî bajarê Sertê têk bir û gelek windahiyên wan çêbûn, ku ev bi xwe tê wateya ku li ser erdê hin xetên sor hatine nîşankirin û pêwîst e hêzên Wîfaqê nekevin bajarê Sertê.”

ŞERQ EL-EWSAT: DAVUTOGLU PÊŞNIYARA HEVBENDIYEKE TÊKBIRINA ERDOGAN DIKE

Der barê geşedanên li Tirkiyê de rojnameyê wiha nivîsî: "Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê ya dijber Ahmet Davutoglu, ragihand ku ew amade ye bi hemû partiyên opozîsyonê re alîkar be û bikeve nava hevbendiyê da ku hevalê xwe yê berê serok Recep Tayyîp Erdgoan têk bibe, her wiha diyar kir ku partiya wî amade ye ji hilbijartinan re.

Davutoglu ku serokwezîrekî berê bû, got partiya wî pergalên xwe li 53 parêzgehên Tirkiyê ava kirine û dê kongreya xwe ya giştî ya yekemîn meha Tebaxê li dar bixin, bi vî awayî ew ê bêyî ku parlamenterên wê hebin, karibe bikeve hilbijartinan.

CHP ku mezintirîn partiya opozîsyonê ye, diyar kir ku ew amade ye hin parlamenterên xwe tev li partiya Davutoglu û ya cîgirê serokwezîrê berê Alî Babacan bike da ku bikarin beşdarî hilbijartinan bibin.