Li Eyn Îsayê zêdetirî 64 hezar donim erd şewitî

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê rûberên zeviyên ku komên çeteyan ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şewitandine, eşkere kirin. Zêdetirî 64 hezar donim erd şewitî.

Li Eyn Îsayê zêdetirî 64 hezar donim erd şewitî
Li Eyn Îsayê zêdetirî 64 hezar donim erd şewitî
Li Eyn Îsayê zêdetirî 64 hezar donim erd şewitî
Li Eyn Îsayê zêdetirî 64 hezar donim erd şewitî
8 hezîran, 2020   07:22
EYN ÎSA

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker zeviyên gundên girêdayî Eyn Îsayê yên nêzî herêmên dagirkirî li kantona Girê Spî bi zanabûn şewitandin. Dewleta Tirk bi vê yekê siyaseta xizankirina şêniyan û têkbirina aboriya herêmê dimeşîne.

Li gorî daneyên Komîteya Aborî û Çandiniyê, ji ber ku çeteyan bi zanabûn agir bi zeviyên cotkaran xist, zeviyên gundên Seyda, Mualeq, El-Cehbel û Lobîde bi temamî şewitîn. Her wiha zeviyên hinek gundan beşek jê şewitîn mîna Hoşan û Xaldiye, ji ber ku rojane tên topbarankirin.

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundên wê debara xwe bi çandiniyê dikin. Rûberên zeviyên ku îsal li navçeyê hatin çandin, gihaştin 117 hezar hektaran, jê 51 hezar donim bi rêbaza avî bi rêya bîran û hilmija Til Simin têne avdan.

Cotkarê bi navê Ebid El-Xelef El-Samo ji şêniyên gundê Seyda ji ANHA’yê re got: "Zeviya min bi temamî şewitî. Ez quta xwe jê peyda dikim, ji ber ku tu jêderên din tune ne. 400 donim li cem min hene. Lêçûna çandina her hektarekê 30 lîreyên Sûriyê ye."

Her wiha El-Samo bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî yên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku zirarên wan ên ku ji ber şewatan çêbûne, dabîn bikin, da ku karibin debara malbatên xwe li gel şertên jiyanî yên dijwar peyda bikin.

Girêdayî heman mijarê cotkarê ji gundê Mualeq Salih Fenûş El-Melek hêvî kir ku Rêveberiya Xweser rewşa wan di ber çavan re derbas bike û herî kêm lêçûna çandina zeviyan dabîn bike.

Li aliyekî din hevserokê Komîteya Aborî  û Çandiniyê ya navçeyê Mihemed Ednan got: "Rûberên ku hatine şewitandin li gorî gotinên cotkaran piştî ku li cem komîna gund tê erêkirin, têne belgekirin. Ji ber ku em nikarin serdana wan zeviyan bikin, ji ber ku li nêzî herêmên dagirkirî ne."

Li gorî ku Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê belge kiriye, 64 hezar donim li gundên Seyda, Mualeq, Lobîde û El-Cehbel şewitîne. Lê derfet çênebûye ku komîte rûberên zeviyên gundên Hoşan, Xalidiye û Dibs ên ku şewitîne belge bike, ji ber ku nikarin bigihêjin wan zeviyan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BNt87oud8Hs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>