Ji ber derfetên kêm Şaredariya Hecînê nikare projeyan çêke

Şaredariya Gel a Hecînê diyar kir ku ji ber derfetên kêm, asta pêkanîna projeyan pir kêm û pir hêdî ye.

Ji ber derfetên kêm Şaredariya Hecînê nikare projeyan çêke
Ji ber derfetên kêm Şaredariya Hecînê nikare projeyan çêke
Ji ber derfetên kêm Şaredariya Hecînê nikare projeyan çêke
Ji ber derfetên kêm Şaredariya Hecînê nikare projeyan çêke
Ji ber derfetên kêm Şaredariya Hecînê nikare projeyan çêke
8 hezîran, 2020   06:08
DÊRAZOR-EBDULHEMÎD EL-MENSÛR

Şêniyên El-Bedel û gundên dora wê ji nebaşiya rêyan û pirsgirêkên kanalîzasyonê bi gilî û gazinc in.

Rêya ji Ebû Hemam ya ku di nava bajarê Hecînê re derbas dibe û li Baxozê bi dawî dibe, bi dirêjahiya 42 km ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve bi zanabûn hatiye wêrankirin, da ku asta pêşketina Hêzên Sûriya Demokratîk asteng bikin.

Esad El-Henzal ji şêniyên bajarok e û ji ber nebaşiya rê bi gilî ye. El-Henzal diyar kir ku ji ber wê gelek caran mecbû dimîne erebeya xwe sererast dike.

Xwediyê dikanekê li bajarok Salih El-Îbrahîm bang li Şaredariya Gel a Hecînê kir ku bi lez vê pirsgirêkê çareser bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a Hecînê Hetîmî El-Lewha kêmasiyên heyî bi derfetên kêm ên şaredariyê ve girê da û diyar kir ku ji ber wê nikarin projeyên avê û toreyên kanalîzasyonê temam bikin û got: "Li herêmê gelek xebatên xizmetguzarî kêm in. Binesaziya wê bi awayekî mezin wêran bûye heta ku rêjeya wêraniyê gihaşt ji sedî 85’an. Gelek giliyên şêniyan bi rêya sandoqên giliyan gihaştin ber destê me. Jê ya herî girîng zîftkirina rêyan e."

El-Lewha wiha domand: "Rêyên herêmê gelekî xirab in. Dihat payîn ku par bihatana sererastkirin. Lê gelek astengî li pêşiya me derketin, jê toreya kanalîzasyonê, toreyên avê. Me hîna stasyona avê ya Hewame li rojhilatê bajarê Hecînê ji hundir ve bi dawî nekiriye. Hîna divê ji derve jî bê restorekirin. Yanî ger em pisgirêka avê xilas nekin em nikarin dest bi zîftkirina rêyan bikin."

El-Lewha got: "Derfetên me sînordar in. Amûrên ximetguzariyê li cem me kêm in. Ji salekê ve ji ber desteka kêm me tu proje bi pêş nexistine."

(şx)

ANHA