SOHR: Li bejahiya Helebê koma DAIŞ’iyên iraqî ji îstixbarata dewleta Tirk re dixebite

SOHR’yê ragihand ku li bejahiyên Helebê komeke DAIŞ’ê ku tê de bi dehan çeteyên ji Iraqê hene, ji îstixbarata dewleta Tirk re dixebite.

SOHR: Li bejahiya Helebê koma DAIŞ’iyên iraqî ji îstixbarata dewleta Tirk re dixebite
7 hezîran, 2020   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser zimanê çavkaniyan daxuyand ku li bakurê Sûriyê agahî li ser komeke çeteyên DAIŞ’ê hene ku di nava çeteyên Ehrar El-Şerqiye de ne.

Koma çeteyan ji nêzî 40 çeteyan pêk tê ku tevahî ji Iraqê ne û ji îstixbarata dewleta Tirk a dagirker re dixebitin.

Li gorî SOHR’ê, erka vê komê pêkanîna sûcên kuştin, teqîn û bombebarankirinê ye, her wiha erka wan nasîna çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku hewl didin ber bi xaka Tirkiyê ve birevin û yên ku li bejahiyên Helebê xwe veşartine, da ku piştre bixin girtîgehan. Ji wan hin tên tesfiyekirin, hin ber bi Tirkiyê ve tên şandin. Li aliyekî din jî hate zanîn ku hin lihevkirin der barê girtiyan de ji bo şandina şerê li Lîbyayê hene.

Navenda komê li bajarê Babê yê li bakurê rojhilatê Helebê ye, li gel wê jî girtîgehek heye. Serçeteyê vê komê kesê bi navê Ebû Weqas El-Iraqî ye. El-Iraqî di navbera Tirkiye û bejahiya Helebê de bi rihetî tev digere. Her wiha wêneyekî wî ji Rihayê hat girtin ku hevdîtinê bi serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Usama El-Teyane re pêk tîne.

Çavkaniyan ji SOHR’ê re wiha ragihand: "Ebû Weqas ji 2 mehan ve xuya nake, lê heta niha nayê zanîn ku berê xwe daye Lîbyayê da ku li gel hikumeta Wîfaqê şer bike yan jî wekî çawa serçeteyên berê yê Ehrar El-Şam (Ebû Huzeyfa El-Hemewî) pereyekî mezin ji Ehrar El-Şerqiye diziye û reviye, dibe ku ew jî revîbe Misirê û pereyekî mezin pê re hebe."

Çavkaniyan ji SOHR’ê re got koma çeteyan a iraqî di vê dawiyê bi mebest girtiyên li gel xwe yên di girtîgeha li bajarê Babê de ber bi Idlibê ve şandin, her wiha li Idlibê jî serçeteyê di Heyet Tehrîr El-Şamê de yê bi navê Ebû Elî El-Iraqî girtî wergirtin. Ji wan girtiyan; Bîlal El-Şewaşî El-Tûnisî, Ebû El-Welîd El-Tûnisî û Ebû Usama El-Iraqî û girtiyên misirî, her wiha tevahî kesên birine Idlibê jî ji serçeteyên DAIŞ’ê ne. Her wiha di vê dawiyê de jî vê komê navendek li bajarê Babê ava kir.

(fr)