Desteya Rûsipiyan pirsgirêka di navbera du malbatan de çareser kir

Desteya Rûsipiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêka du malbatên Til Temirê ya ku sê salan dirêj kiribû, çareser kir.

6 hezîran, 2020   12:41
HESEKÊ
Suzan İraz

Desteya Rûsipiyan ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera êla El-Necara û El Şerabîn, ya ku sê salan dewam kiriye, kete nava liv û tevgerê.

Pirsgirêk ji ber kuştina welatiyekî ji êla El-Necara ji aliyê welatiyekî ji êla El Şerabîn derket.

Bi amadebûna gelek kesayetên siyasî, civakî û leşkerî û rûsipiyên êlên erebî û kurdî civîna lihev anînê li eywana sersaxiyan li navenda navçeya Til Temirê hate lidarxistin.

Her wiha gelek endamên saziyên civakî, partiyên siyasî û şênyên herêmê û rûsipiyên herdu malbatên ku pirsgirêk di nav wan de derketibû, amade bûn.

Rûniştina lihevanînê,  bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan destpê kir. Piştre Mihemed Nebî Kotî bi navê Mecilsa Malbatên Şehîdan, Hevserokê PYD`ê Enwer Muslim, Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Beraket, bi navê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilata Sûriyên endamê Dîwan Hekem Xilo, bi navê partiya Aşûrî ya li Til Temirê Wael Mîrzo, bi navê Kongre Star Nura mihemed û bi navê Êla Şerabîn Ehmed Xelef El Hac û bavê kesê ku hatiye kuştin Selman Nohî, axaftin hatin kirin.

Piştra ji her du êla axaftinên spasiyê ji hêla Ehmed El-Xelef bi navê El-Şerabîn û Selman Nohî bi navê El-Necare hatin kirin.

Her du aliyan jî soz dane ku şaştiyên bi vî awayî dûbare nebin.

Piştî bi dawîbûna axaftinan, li gorî çanda civakî herdu malbat silav dan hev û pirsgirêk hate çareserkirin.

ANHA