Mecilsa Malbatên Şehîdan: Em ê wêneyên şehîdan bikin yek

Rêveberiya giştî ya meclisa malbatên şehîdan daxuyand ku biryara ji aliyê şaredariya gel ve der ketiye ji bo kom kirina wêneyên şehîdan tenê ji bo ku em wan bixin yek wêne.

Mecilsa Malbatên Şehîdan: Em ê wêneyên şehîdan bikin yek
6 hezîran, 2020   13:21
QAMIŞLO

Îro rêveberiya giştî ya malbatên şehîdan bi şaredariya kanton Qamişlo re biryarek derxist ku hemû wêneyê şehîdan ji hemû qadên navçeya Qamişlo tên ber hev kirin û di wêneyekê de tên komkirin. 

Daxuyanî jî wiha bû:

“Em weke malbatên şehîda ya li Qamişlo bi civînek bi şaredariya gel  ya Qamişlo re civîyan, û li ser rapora Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan(SOHR) û hinek rûpelen din

Em ji hemû malbatên şehîdan û welatparêzên me yên parastina rêya rêbertî û xeta şehîdan dikin û xuya dikinku  biryara ji şaredariya Qamişlo di 4\6\2020 derketiye , ev biryar ji biryarên malbata şehîdan e,anku hemû wêne di wêneyekê de werin kom kirin, û bi hevkariya şaredariya bajêr bi awayekî din were xelandin .”