Li Misrê avakirina meclisa serokatiya nû tê nîqaşkirin

Serokê Misrê Abdullfetah El-Sîsî, Serokê Meclisa Parlementeran a Lîbyayê Eqîle Salih û  Fermandarê Artêşa Niştîmanî ya Wetenî Xelîfa Hefter ji bo avakirina meclisa serokatiyê ku nûnertiya tevahî Lîbyayê bike, pêşwazî kir.

Li Misrê avakirina meclisa serokatiya nû tê nîqaşkirin
6 hezîran, 2020   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê ya Misrê Mihemed Zekî, serokê Istixbaratê giştî Ebas Kamil, Serokê Meclisa Parlementeran Dr. Elî El-Al û Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şukrî tev li civînê bûn.

Berdevkê Fermî yê Serokatiya Komarê Qunsulxane Besam Radî got hevdîtina serok bi rêveberên Lîbyayê re ji ber Misr her tim aramî, ewlehî û siyaseta Lîbyayê diparêze.

Besam Radî diyar kir ku ewlehiya Lîbyayê berdewamiya ewlehiya neteweya Misrê ye.

Li gorî nûçegihanê me ji Benxazî ragihand ku di encama civînê de dê "Wesîqeta El-Qahîra" were ragihandin. Yek ji bendên wê yên sereke lihevkirina li ser avakirina meclisa serokatî ya nû. Meclis ji 3 endaman pêk tê. Ew endam nûnertiya herêma rojhilat, rojava û başûr dikin. Gelek bendên din jî di wesîqetê de hene.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku meclisa dê were avakirin  rewabûna xwe ji meclisa parlemento ya Lîbyayê bigre.

 (bx)

ANHA