PYD: Faşîzma Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike

Meclisa PYD’ê girtina 2 parlamenterên HDP’ê şermezar kir û da zanîn "Ev kiryar bi hedefa bêhntengkirina gelê Kurd li Tirkiyê ye û piştre qirkirina wî ye.” Her wiha piştrast kir ku dewleta Tirk li gorî tu qanûnên mirovî û exlaqî yan jî navneteweyî tev nagere.

PYD: Faşîzma Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike
5 hezîran, 2020   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD`ê têkildarî binçavkirina parlamenterên HDP`ê Leyla Guven û Musa Farisogullari daxuyaniyek da.

Meclisê diyar kir ku ji roja ku AKP hatiye ser desthilatê van kiryaran pêk tîne û armanca wê ji vê yekê çewisandina tevgera muxalîf li derve û hundirê e, mînaka wê jî dema plana tunekirina Kurdan diyar kir, lewma ji beriya 5 salan ve kêlî bi kêlî şer dike, kiryarên çewisandinê û tunekirinê dide meşandin heta muxalîfan qetil dike.

Daxuyaniyê bal kişand ser kiryarên dawîn ên AKP`ê yên xistina parlamenteriya parlamenteran, li şûna ku bibûna sembola azadiyê dema nêrînên xwe parve kirin, ew girtin. Tê zanîn ku Leyla Guven 200 rojan di greva birçîbûnê de mabû.

Meclisê girtina parlamenteran şermezar kir û wiha daxuyand: "Kiryarên wiha hewldana têkbirina nefesa gelê Kurd û qirkirina wî ye, her wiha kiryarên faşîzma Tirk pêk tîne ji dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dikevin çarçoveya kiryarên derexlaqî û bi qanûnên navnetewyî re bi nakok in.”

Meclisê bang li hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz kir ku li dijî gefên li ser ewlehiya herêmê bisekinin.

(eh)

ANHA