Kazimî avakirina komîteya lêpirsîna rastiyan der barê xwepêşandanên 2019’an de ragihand

Serkwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî ragihand ku tîmeke serbixwe ya lêpirsîna rastiyên li ser bûyerên li Iraqê ji dema Cotmeha borî de rû dane, ava kir. 

Kazimî avakirina komîteya lêpirsîna rastiyan der barê xwepêşandanên 2019’an de ragihand
5 hezîran, 2020   12:23
NAVEDNA NÛÇEYAN

Buroya Kazimî bi daxuyaniyekê diyar kir ku serokwezîr bi gelek malbatên qurbaniyên xwepêşandana re hevpeyvîn çêkirine û guhdarî hûrgiliyên der barê rewşên qetilkirina zarokên wan de kiriye.

Kazimî piştrast kir ku Iraq di merheleyên nebaş re derbas dibe û her dem rastî zehmetiyan tê.  

Kazimî mixabîniya xwe ji bo iraqiyên ku bi destê hin çekdaran hatibûn kuştin û revandin nîşan da û diyar kir ku wan tedbîrên xwe ji bo ku bûyerên wisa dubare nebin, girtine.

Kazimî bal kişand ser ku lêpirsîn bi çêkirina lîsteyeke qurbanî û birîndaran dest pê kir dê hikumet tawîzan bide malbatên wan..