Li Kobanê lêkolîna li ser çêkirina kargeheke bikaranîna çopê

Li herêma Firatê 5 deverên ku çop lê tê rijandin, dibin sedema nexweşiyan. Li Kobanê lêkolîneke avakirina kargeha bikaranîna dubare ya çopan ji aliyên pêwendîdar re tê kirin. 

Li Kobanê lêkolîna li ser çêkirina kargeheke bikaranîna çopê
5 hezîran, 2020   12:11
KOBANÊ- SAMIR OSMAN

Roj bi roj li kantona Kobanê û bajarokên derdora wê çop û sergo zêde dibe û bandoreke neyînî li zeviyên cotkaran dike, mêş û kelmêş dibin sedema belavbûna nexweşiyan.   

Şaredariyên bajarê Kobanê her dem çopê li cihekî kom dikin, dişewitînin û piştre derman lê direşînin, lê ev yek tenê bergiriyek e û nabe çareseriyek ji belavbûna nexweşiyan re. 

Di vê derbarê de hevseroka Desteya Jîngehê Emîna Miso wiha axivî: "Me lêkolîn li ser 5 cihên çopa giştî çêkir û di pêşerojê de wê ji bo kargehan bê şandin da ku wê ji hev cuda bike û bi kar bîne." 

Emîna Miso wiha lê zêde kir: "Me li ser çêkirina kargehan ji bo bikaranîna dubare (tedwîr) ya çopa plastîkê lêkolîn kir, lê rêveberiya herêmê xwest lêkolîn ji bo semadê berfirehtir bibe."

RÊVEBERIYA XWESER PROJE QEBÛL KIR

Emîna diyar kir ku Rêveberiya Xweser proje qebûl kir lê hinekî dem jê re pêwîst e.

Cihên li herêma Firatê ku çop lê tên komkirin; Til Sirîn, Şaredariya Bender, Şaredariya Qenaya, Şaredariya Kobanê ya li gundê Til Hacib û Şaredariya Çelebiyê ya li gundê Xirabişkê ne. Devera ku lê çop tê avêtin, di navbera 3 û 8 hektaran de ye û hemû dikevin nava erdên çandiniyê.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f9ff4NS23lo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>