Piştî tecrubeya birinc bi ser ket, careke din li herêma Dêrikê hate çandin

Piştî ku tecrubeya yekemîn a çandina birinc li gundê Kehnê Girkê yê herêma Dêrikê bi ser ket, careke din cotkaran birinc çand.

Piştî tecrubeya birinc bi ser ket, careke din li herêma Dêrikê hate çandin
Piştî tecrubeya birinc bi ser ket, careke din li herêma Dêrikê hate çandin
Piştî tecrubeya birinc bi ser ket, careke din li herêma Dêrikê hate çandin
Piştî tecrubeya birinc bi ser ket, careke din li herêma Dêrikê hate çandin
5 hezîran, 2020   11:37
QAMIŞLO - NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erdên xwe yên çandiniyê, bîrên xwe, av û berhemên xwe tê naskirin û piştî van du salên dawîn baran baş bariya, xelkê berê xwe da çandina gelek cureyên berheman û ji wan jî çandina birinc e. Tê zanîn ku ji 50 salan ve birinc nehatibû çandin.

Piştî gundê Kehnê Girkê yê herêma Dêrikê di çandina birinc de bi ser ket, cotkarê bi navê Rifet Ehmed Hec Elî li derdora 60 donim erdê xwe birinc çand.

Hec Elî di vê derbarê de wiha got: "Tevî çandina birinc par wekî tecrubeyekê bû, me rê û rêbazên çandiniyê baş nedizanî, lê dîsa jî heta astekê baş bû."

Par 5 donim 600 kg derxist, lê îsal Hec Elî bi hêvî ye ku ew ê mewsimeke baştir qezenc bike. Hec Elî zehmetiya firotina birinc dikişîne, ji ber ku li herêmê ne berbelav e û alavên hewce tune ne ku pê bikute.

Hec Elî di dawiya axaftina xwe de got piştî 6 mehan ew ê berhema xwe bişîne başûrê Kurdistanê da ku bê kutandin.

(eh)

ANHA